Ji bo Mehmet Çakas li ber Parlamentoya Federal çalakî hate lidarxistin
Li ber Parlamentoya Federal a paytexta Elmanya Berlînê, li dijî plana dersînorkirina penaberê Kurd Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.
Li ber Parlamentoya Federal a paytexta Elmanya Berlînê, li dijî plana dersînorkirina penaberê Kurd Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.
Kurdistanî û parêzvanên mafên mirovan ên ku li ser banga Meclîsa Jinan a Dest Dan Hêvî û Nav-Berlînê hatin ba hev, daxwaza rawestandina biryara dersînorkirinê kirin. Di çalkiyê hate destnîşankirin ku radestkirina Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê wê bibe sedema binpêkirinên mafên mirovan.
Di çalakiyê de hat gotin ku heke Çakaş radestî Tirkiyeyê were kirin, wê cezayê muebbetê yê girankirî wê li were birîn. Di serlêdana lezgîn a li dijî biryara dersînorkirinê ya li Dadgeha Îdarî ya Luneburgê de hate destnîşankirin ku qedexeya dersînorkirinê li gorî xala 60(5) a Qanûna Rûniştina Elmanyayê bi awayekî cîdî nehatiye lêkolînkirin.
HIQÛQA ELMANYA Û MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ TÊ BINPÊKIRIN
Hat diyarkirin ku biryara dersînorkirinê hem binpêkirina mafên bingehîn ên ku di Destûra Bingehîn a Elmanyayê de hatiye misogerkirin û hem jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike û wiha hate gotin: "Ev dersînorkirin ji bo penaberên Kurd ên ku li Elmanyayê zilma siyasî dibînin metirsiyê bi xwe re tîne. Mehmet Çakas ne bi tenê ye; krîmînalîzekirina sîstematîk a Kurdên li Elmanya binpêkirinek eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e."
DAWÎ LI DERSÎNORKIRINÊ BÎNIN
Di daxuyaniyê de bang ji hikûmeta Elman hate kirin û ev daxwaz hatin kirin:
-Dawî li krîmînalîzekirina çalakvanên Kurd bînin
-Piştgiriya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê bikin
-Dersînorkirina Mehmet Çakas rawestînin
-Tu kesî sirgûnî welatekî ku di bin gefên îşkence û bê edaletiyê de ye, nekin.