BI DÎMEN

Sê şehîd li Viyanayê hatin bibîranîn

Li paytext Viyanayê ji bo şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar merasîma bîranînê hate lidarxistin. Siyasetmedar Cuma Tak di bîranînê de axivî û got, "Girêdana şehîdan, bi dilsoziya têkoşîna wan re tê pîvandin."

Fermandarên şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi beşdariya gelê Kurd û dostên wan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê pêk hat.

 

Bername bi dua û axaftina endamekî Civaka Îslamiya Kurdistanê ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser sê şehîdan hatibû madekirin hate nîşandan. Piştre siyasetmedar Cuma Tak axivî.

Cuma Tak diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin da û anî ziamn ku girêdana wî ya ji bo Rêbertiyê nayê nîqaşkirin. Tak bi vîr xist ku Nûreddîn Sofî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de li her çar parçeyan jî têkoşîn meşand û got ku di dawiyê de li Rojava ya ku ew lê ji dayik bûye û mezin bûye, têkoşîn meşand û wiha domand: "Rojekê, em ê li ser van axan bi hev re govenda azadiyê bigerînin".

Cuma Tak li ser şehîd Koçero Urfa û şehîd Bahtiyar Gabar axivî û anî ziman ku girêdana şehîdan, bi dilsoziya têkoşîna wan re tê pîvandin.

Di bîranînê de helbestên ji bo şehîdan hatin xwendin û li ser navê malbatên wan axaftin hatin kirin. 

Di vîranînê de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.