BI DÎMEN

Li Swîsreyê amadekariya 1’emîn Festîvala Çanda Kurd tê kirin

Amadekariyên 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a ku wê îsal cara yekem li Sîwsreyê were lidarxistin ber bi dawiyê ve diçe.  Festîvala ku wê bi pêşengiya CDK-S û YJK-S’ê were lidarxistin, di 23’yê Tebaxê de li Zurîhê pêk were û gelek hunermend wê beşdar bibin.

Wê îsal li bajarê Zurîh ê Swîsreyê cara yekem 1’emîn Festîvala Çanda Kurd  were lidarxistin. Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) lez dane amadekariyên festîvalê.

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya diyar kir ku amadekarî gihîştine qonaxa dawî û bi taybetî Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û hemû dostên Kurdan ên  Swîsreyê vexwend festîvala ku di 23’yê Tebaxê de li Hardturm Areal a Zurîhê were lidarxistin.

Endamên Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Zurichê (Dem-Kurd) û Meclîsa Jinan a Berîtan di çarçoveya xebatên festîvalê de li Meydana Ni Una Menos (Helvetiaplatz) kom bûn û belavokên bangewaziyê belav kirin.

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya beşdarî çalakiyê bû û li li wir axivî.

'EM Ê DENGÊ RÊBERÊ XWE BIGIHÎNIN GELÊN SWÎSREYÊ'

Çetînkaya di axaftina xwe de salvegera 41’emîn a Pêngava 15ê Tebaxê pîroz kir û got: “Pêşî, em vê roja pîroz, vê pêşketina dîrokî di şexsê heval Egîd, heval Nûredîn Sofî û heval Koçero Urfa de silav dikin. Vê pêşketinê me aniye vê rojê. Em dikevin serdemeke dîrokî. Îsal, em cara yekem festîvaleke çandî li dar dixin. Armanca bingehîn a festîvala me piştgiriyê bidin banga Rêber Apo ye. Em ê dengê Rêber li seranserê Swîsreyê bidin bihîstin. Zayîn temam bûye, niha dem dema azadiyê ye. Em li hemû bajarên Swîsreyê xebatên xwe didomînin. Em ji bo avakirina aştiyeke mayînde û civaka demokratîk têdikoşin. Festîvala ku wê di 23’yê Tebaxê de were lidarxistin xizmeta vê yekê bike. Festîvala me pir nêzîk e. Di vê festîvalê de, divê em bi xurtî piştgiriyê bidin banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê. Ji ber vê yekê, em bi taybetî jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe vedixwînin festîvala ku roja Şemiyê were lidarxistin.

Piştî axaftinan, Kurdan li ber stranan govend gerandin, belavok belav kirin û gel vexwendin festîvalê.

LI HEMÛ KANTONAN XEBAT TÊN MEŞANDIN 

Amadekariyên festîvalê li hemû kantonên Swîsreyê bi lez û bez berdewam dikin. Li Sîwsreyê 17 meclîs û komunên CDK-S’ê hene û sedana  mal û kargehan dikin, belavokan tên belavkirin û gel vedixwînin festîvalê.

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Swîsreyê wê roja Şemiyê 23’yê Tebaxê saet 16:00an de li Hardturm Areal a Zurichê dest pê bike û ev hunermend wê beşdar bibin:

Rojda

Lawje (Alî Tekbaş)

DJ Qoser

Şengul Aslan

Kurdish Kollektiv

Delîl Tofan

Govenda Swîsreyê