BI DÎMEN

Li Stuttgartê ji bo Mehmet Çakas mitîng hate lidarxistin

Li Stuttgartê li ser banga saziyên Kurd û komên xwendekaran li dijî biryara dersînorkirin< Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê mitîng hate lidarxistin.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi beşdariya gelek kesan ji aliyê DKTM ya Stuttgartê, Koma Xwendekarên Kurd û Kolektîfa Xwendekaran a Li Dijî Rastgir ve mitîng hate lidarxistin û bi sedan îmze hatin komkirin.

 

KON-MED û saziyên ku mîtîngê li dar xistin xwestin ku demildest prosedurên dersînorkirinê were rawestandin û ji bo Çakas daxwaza parastina navneteweyî kirin.

Tê xwestin ku Çakas ê ji Girtîgeha Uelzenê tê girtin radestî Tirkiyeyê bikin. Çakas li Tirkiyeyê bi cezayê muebbetê yê girankirî, êşkence û tecrîdê re rû bi rû ye. Tevî ku doza wî ya li Elmanyayê berdewam dike jî girtina biryara dersînorkirinê, binpêkirina mafên mirovan e.

Ji bo biryara dersînorkirina Çakas a ji bo Tirkiyeyê were betalkirin wê di 23’yê Tebaxê de li Karlsruhe mitîng were lidarxistin.