Li Moskovayê 15’ê Tebaxê bi şahiyeke mezin hate pîrozkirin
Li Moskovayê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê bi şahiyeke mezin hate pîrozkirin.
Li Moskovayê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê bi şahiyeke mezin hate pîrozkirin.
Li paytexta Rûsya Moskovayê, 41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi beşdariya gelek neteweyên cuda û hunermendên ji Ewropayê hatibûn hate pîrozkirin. Di şahiyê de hunermendên wekî Hozan Şemdîn, Delîl Lezgîn, sazbend Şoreş, hunermendên herêmî Nûreddîn, Sara Siltan, Îbo Siltan û Koma Folklora Rûkenê cih girtin. Herwiha, Guhar Hesen li ser navê rêxistina jinan, û hevserokê Meclîsa Moskovayê Refîk Kamil axaftin kirin. Berpirsiyarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Rûsyayê jî bi peyameke nivîskî 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de gelê Kurd peyamên xwe yên ji bo Rêber Apo, girîngî û wateya Roja Vejînê anî ziman.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê û xwendina sirûda Kurdî Ey Raqîb dest pê kir.
GUHAR HESEN: 15’Ê TEBAXÊ VEJÎNA GELÊ KURD E
Guhar Hesen di axaftina xwe de wiha got: “41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê Roja Vejîna Gelê Kurd e. Guleya yekemîn ku di sala 1984’an de bi pêşengtiya heval Egîd (Mahsum Korkmaz) hat teqandin, bû roja vejîna gelê Kurd û gelên bindest. Bi vê vejînê re rêxistina jinan jî hate avakirin. Jinan di şer de hebûna xwe parastin û di hemû qadên jiyanê de pêşengî kirin. Em wekî jinên Kurd ên li Rûsyayê, bi hemû hêza xwe dixebitin da ku kar û xebatên xwe bidomînin. Di serî de em vê Roja Vejînê li Rêber Apo, şehîdan û gelê Kurd pîroz dikin.”
REFÎK KAMIL: 15’Ê TEBAXÊ BINGEHA HEBÛNA KURDAN E
Refîk Kamil jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê bingeha hebûn û nasnameya gelê Kurd e û wiha axivî: “Em wekî gelê Kurd hatibûn perçiqandin û bi nasname û hebûna xwe ve dihatin qirkirin. Bi pêşengtiya Rêber Apo û îdeolojiya wî, têkoşîna gelê Kurd bû sembola hemû gelên bindest. Di sala 1984’an de, dema ku bi pêşengtiya heval Egîd guleya yekemîn hat teqandin, gelê me ji wê rojê heta îro bi xwe hesiya û parastina xwe kir. Ji ber vê yekê em deyndarê şehîdên xwe û Rêber Apo ne.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê û bi dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bijî 15’ê Tebaxê” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.