15’ê Tebaxê li Osloyê hate pîrozkirin
Salvegera 41’emîn a Berxwedana 15’ê Tebaxê li paytexta Norwêc Osloya bi coş hate pîrozkirin.
Salvegera 41’emîn a Berxwedana 15’ê Tebaxê li paytexta Norwêc Osloya bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya li Osloyê hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona li ser Berxwedana 15’ê Tebaxê hate nîşandan. Beşdaran dema ku dîmen girîngiya dîrokî ya berxwedanê nîşan dida temaşe dikirin, kêliyên hestiyar jiyan.
Pîrozbahî bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.