Li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi boneya salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahî hate lidarxistin. Di pîrozbahiya ku li Meclîsa Gelê Kurd a Kielê hate lidarxistin de, Nûreddîn Sofî yê ku di 6’ê Nîsana 2021’an de gihîşt şehadetê û Koçero Urfa (Metîn Arslan) yê ku di 4’ê Hezîrana 2019’an de şehîd bû bi minetdarî hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Beşdar ji bo rêzgirtina li şehîdên şehîd rabûn ser piyan û çalakî bi beşdariyeke mezin a gel hate pêşwazîkirin.
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Kielê Suat Işik bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Pêngava 15ê Tebaxê û got, "Ger em îro gihîştine vê nuqteyê, ev bi saya dîroka bi heybet a ku ji hêla şehîdên me ve hatiye nivîsandin e. Em hemû şehîdên xwe, bi taybetî Fermandar Mahsum Korkmaz, Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa bi minetdarî bi bîr tînin. Pêngava 15’ê Tebaxê bingeha destketiyên gelê Kurd ên li her çar parçeyan e. Wekî gelê Kurd, em berpirsiyar in ku mîrateya dîrokî ya ku wan li pey xwe hiştiye bidomînin."
Işik di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê em xwedî li vê pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin derkevin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, divê em erka dikeve ser milê me bicîh bînin û destê Rêber Apo xurt bikin."
Merasîma bîranînê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.