Ramanger Gerard Chaliand jiyana xwe ji dest da
Nivîskar û polîtîkavanê navdar ê Fransî Gerard Chaliand di 91 saliya xwe de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
Nivîskar û polîtîkavanê navdar ê Fransî Gerard Chaliand di 91 saliya xwe de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
Maceraperest, helbestvan û ramengerê şer Gerard Chaliand roja Çarşemê li Parîsê jiyana xwe ji dest da.
Chaliand mîrateyek berfireh ji zêdetirî çil pirtûkan wekî şahidê şerên nîvsedsala dawî li pey xwe hişt.
Piştî ku li gelek deverên şer ên cîhanê geriya, Chaliand berhemên girîng bi taybetî li ser gelê Kurd nivîsandin.
Wî bi berhemên xwe yên bi navê "Anthologie de la poesie populaire kurde", "Les Kurdes et le Kurdistan: la question nationale kurde au Proche-Orient" û "Le Malheur kurde," têkoşîna çandî û siyasî ya Kurdan bi raya giştî ya navneteweyî da naskirin.
Chaliand bi rêya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ku wî di salên 1980’an de ji bo damezrandina wê piştgirî da, dengê Kurdan li Ewropayê da bihîstandin.
Chaliand ê ku di tevahiya jiyana xwe de, parçebûna Kurdistanê, xiyaneta ku Kurdan pê re rûbirû mane û sedema nebûyîna xwedî dewlet her tim aniye ziman û bi taybetî helwesta Kurdên rojava di dema şerê Efrîn de bi tundî rexne kir.
Chaliand, di nivîsa xwe ya sala 2018’an de ku di Le Figaro de hat weşandin, komên ku ji hêla Tirkiyê ve têne piştgirî kirin wekî "cîhadîst" bi nav kir û operasyon wekî "xiyaneta rojava ya li hember Kurdan" bi nav kiribû.
KURD TI CARÎ TÊKÇÛNÊ QEBÛL NAKIN
Chaliand di sala 2018’an de derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bersiva pirsa rojnamevan Valerie Toranian dabû û wiha gotibû;
“Kurd ti carî têkçûnê qebûl nakin. Ev yek ji bo wan dîrokek ku didome. Her nifş beşa xwe dinivîse. Dikevin lê carek din radibin. Kurd gelekî ku xwedî kapasîteyeke mezin şervaniyê ye. Yên ‘çiyayî’ bi giştî hê bêhtir li ber xwe didin. Eynata wan heye. Her wiha demografî jî li gorî wan diçe. Nifşên nû wezîfeyê digirin ser milên xwe.”