Şehîdên pêşeng li Belçîkayê hatin bibîranîn
Kurdistaniyên li Belçîkayê ji bo bîranîna her sê şehîdên pêşeng şehîd Nûreddîn Sofî, şehîd Koçero Riha û gerîlayê HPG'ê Bextiyar Gabar li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê merasîmeke mezin li dar xistin.
Kurdistaniyên li Belçîkayê ji bo bîranîna her sê şehîdên pêşeng şehîd Nûreddîn Sofî, şehîd Koçero Riha û gerîlayê HPG'ê Bextiyar Gabar li bajarokê Aarschot ê bajarê Leuvenê merasîmeke mezin li dar xistin.
Merasîma bîranînê ku li bajarokê Aarschotê, bi pêşengtiya malbatên şehîdan û Nav-Bel pêk hat. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan destpêkir.
Li ser navê Nav-Bel (Navenda Civaka Demokratîk-Belçîka) herdu hevserokan axivîn û soza xwe ya bi domandina riya pakrewanan diyar kirin. Di berdewamî li ser navê saziya malbatên şehîdan dayê Sultan axaftin kir û got: “Em di kelegerma 15'ê Tebaxê de ne. Ew roja vejînê ya gelê Kurdistanê. Ev her sê heval bûne agirêk ji dilê Egîdan û em rastî merasîma bîranîna wan her sê hevala li dar dixin lê em di heman demê de jî roja Cejna Vejînê jî pîroz dikin.”
Di berdewamiya bîranînê de li ser navê malbata şehîd fermandar Koçero Riha, Ferhat Riha axaftin kir. Ferhat Riha diyar kir ku di rojeke wisa mezin de şehîdan bi bîr tînin û wiha axivî: “ Em weke malbata şehîd, dizanim ku sozeke pir mezin û pir girane lê em li hember gelê xwe soz didin ku em ê her tim şopdarê riya wan hevalan bin.”
Her wiha li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî Arşem Ehmed axaftin kir. Arşem jî got, “Heval Nûreddîn û heval Koçero salên dirêj di nava tevgera azadiyê de cih girtin û kedeke pir mezin dan. Li tevayî beşên welat li himber dijmin bi îradeyeke mezin û bi zanebûn têkoşîn kirin. Ji bo me weke Rojavayê Kurdistanê cihê ku hem fermandar hem jî bibin ronahî û felsefeya parastina destketiyên me li wê qadê. Em bang li tevayî raya giştî ya Kurd û cîhanê dikin, ev dem demeke dîrokî ye, propagandayeke mezin ku wê êrîş li ser rojava çêbibin tê meşandin. Lê bila piştrast bin ku em ê wê derfetê nedin wan. Em soza domandina riya her sê hevalan didin.”
Li ser navê tevgera jinên azad Şîlan Amed jî axaftin kir û got: “Helbet bi çend gotinan têkoşîna wan lehengan a keda salan pir zor e. Raste ku me beriya du rojan 15'ê Tebaxê pîroz kir, lê em îro jî bi rihê berdewamiya Cejna Vejîna Neteweyî, her sê lehengan bi bîr tînin û li tevayî malbatên şehîdan pîroz dikin. Heval Nûreddîn ku bi kesayetiya xwe carna weke hunermend, carna weke siyasetmedar, carna şervan û carna jî weke fermandekî pir bi heybet jiya. Civakî û xwezayî bû û di heman demê de xwedî li xeta jina azad derdiket. Ev gotin ji bo her sê hevalan jî derbazdar e. Ev di heman demê de ji bo me bû hêzek. Em bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xwedî li bang Rêber Apo ya Aştî ûCiivaka Demokratîk derbikevin.”
Di berdewamî de li ser navê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî axaftin kir û got: “Kurdistan bihayên pir giran daye. Li her çar hêlên welatê me pêşketinên pir dîrokî têne jiyîn. Rojava defaktoyeke ku ti dijmin nikare ji niha û pêve weke berê nêz bibe. Proseya ku Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin û gav bi gav pêşe diçe, dikare gelê me bigihîne azadiyê. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê em gelek kar û xebatên siyasî çandî û şoreşgerî dikin. Ev kar û xebat bi ramanên Rêber Apo ve pêşve diçe û ji bo civakê dibe rênîşander. Kurdistanîbûyîn ew e ya ku heval Nûreddîn têbikoşin û jiyana xwe kete nava dilê tevayî gelê Kurd.”
Muînî jî soza xwe ya bi domandina riya şehîdan re diyar kir.
Her wiha peyama li ser navê Partiya Wehdê hate xwendin.
Piştre hunermend Comerd bi stranên xwe beşdarî merasima bîranê bû û her wiha hunermendê ciwan Ciwan jî bi strana xwe ya ji bo şehîd Nûreddîn Sofî nivîsandibû, gelê li salonê hestiyar kir.
Di dawiya bîranînê de sînevizyona li ser jiyan, têkoşîn û kesayetiya her sê şehîdan hate nişandan. Di merasîmê de bi navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Salona merasimê ku bi gelek wêneyên her sê lehengan hatibû xemilandin, piştî nîvro seet 14:00'an bi beşdariya sedan Kurdistaniyan pêk hat, bi qasî du seet berdewam kir.
Bîranîn bi berzkirina dûrşmeyan bi dawî bû.