BI DÎMEN

Li Cenevrê çalakiya li hemberî zîndanên bi “Tîpa Bîrê” hat li darxistin

Li Tirkiyeyê li dijî zîndanên bi Tîpa Bîrê yên li ser girtiyên siyasî, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya nobetê ya 4 rojan hate destpêkirin. Serokê Navenda Çandê Kadrî Gûvenç got, “Divê tecrîd tavilê bê bidawîkirin, zîndanên bi tîpa bîrê bên girtin."

Li zîndanên Tirkiyeyê wek cezakirina girtiyên siyasî wan dikin zîndanên ku bi “Tîpa Bîrê” tê binav kirin dikin tê de. Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hember vê sepandinê çalakiya nobetê hate destpêkirin.

Kona nobetê li qada Nations a li ber Ofîsa Neteweya Yekbûyî (NY) hate danîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirkiyeyê li ser girtiyên siyasî polîtîkayên “teslîmgirtin, şikandina îradeyan û tunekirina fizîkî” bi cih tîne.

Di çarçoveya çalakiya 4 rojan de, ku bi pêşengiya Navenda Çanda Basel Boran û Eniya Gel a Swîsreyê tê lidarxistin, banga lezgîn a ji bo hişyariyê hate kirin ji bo Serkan Onur Yilmaz, ku 289 roj in di greva birçîbûnê de ye û çalakiya xwe veguherandiye rojiya mirinê.

‘TECRÎD DIVÊ TAVILÊ BÊ BIDAWÎKIRIN’

Serokê Navenda Çandê Kadrî Gûvenç di axaftina xwe ya di çalakiyê de wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê bi zîndanên ‘Tîpa Bîrê’ dixwaze girtiyên şoreşger têk bibe, di bin tecrîdê de bipelixîne û bikuje. Lê rastiyeke ku ew jibîr dikin heye: Girtiyên şoreşger bi îradeya xwe berxwedanê mezin dikin. Îro hevalên me yên ku bedenên xwe dane ber birçîbûnê û li dijî tecrîdê disekinin, rûmeta me ne. Em ê jî li vir dengê wan bigihînin qada navneteweyî. Em ê ne berxwedana girtiyan bêxwedî bihêlin, ne jî êrîşên faşîzmê bi bêdengiyê pêşwazî bikin. Divê tecrîd tavilê bê bidawîkirin, zîndanên wekî bîran bila bê girtin.”