Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Navenda Civaka Kurdan 23’yemîn Mîhrîcana Aştî û Çanda Kurd li dar xist. Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê di mîhrîcanê de hatin ba hev.
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, xwendina Ey Raqîb û sirûda neteweyî ya Kanada’yê dest pê kir.
Hevserokên Navenda Civaka Kurdan diyar kirin ku ruhê 15’ê Tebaxê li bajarên Kanadayê dijî û cejna vejînê 23 sal in tê pîrozkirin û got, “Ev coş û kelecan qet naqede. Gava 15’ê Tebaxê ya ku duh hat avêtin, îro bi pêvajoya aşitî û civaka demokratîk re gelê me wê azad bike.”
KARAMUS: JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ DIVÊ EM LI REX HEV BIN
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs wekî mêvan beşdarî mîhrîcanê bû û behsa merasîma sembolîk a şewitandina çekan a ku ji aliyê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve li Silêmaniyê hatibû lidarxistin, rola diyarker a Rêber Apo di pêvajoya çareseriyê de, girîngiya stratejîk a banga Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ji bo rakirina çekan û pêwîstiya yeîitiya di navbera Kurdan de kir. Karamûs anî ziman ku yekîtî û hevgirtin divê bi lezgînî bê avakirin.
Karamus got, “Şoreşa Rojava ne tenê ya herêma xwe ye, bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên cîhadîst ên wekî El Nusra û DAÎŞ’ê, bûye tevgereke ku hemû mirovahiyê diparêze. Van çeteyên nijadperest gelek êş bi gelê me dane jiyandin. Lê li hemberî îradeya gelê me têk çûn. Niha dema yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo azadiyê, ji bo aştiyê divê em li rex hev bin, yek bin û di aştiyê de bijîn.”
Di nav beşdaran de bi taybetî kesên ji Bakurê Kurdistanê û Rojava’yê pir bûn. Di mîhrîcanê de li ser ekrana mezin wêneyê Rêber Apo û peyamên wî, her wiha wêneyên şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê Mahsum Korkmaz, Ali Haydar Kaytan, Riza Altun, Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa hatin nîşandan.
Di mîhrîcanê de performansa govendê ya Koma Kobanê û komên Navenda Civaka Kurdan gelekî hatin ecibandin. Stranên hunermendên wekî Şerîf Omerî, Merwan Tan, Rûken Newa, Hêzil û Osman Mirwanis jî ji aliyê temaşevanan ve gelekî hatin ecibandin.
Bi hezaran kes bi malbat û zarokên xwe re beşdarî mîhrîcanê bûn. Qadên şahiyê yên ji bo zarokan hatibûn amadekirin, di nav beşên rengîn ên bernameyê de cih girtin. Qada ku xwarinên Kurdistanê lê hatin pêşkêşkirin û konê Kurdistanê ya ku ji bo zindîkirina çanda Kurdî hatibû avakirin, ji aliyê mêvanan ve hatin ziyaretkirin.
Hevserokên Navenda Civaka Kurdan a Kanada’yê spasiyên xwe pêşkêşî hemû beşdar, sponsor û kedkarên mîhrîcanê kirin û diyar kirin ku ev mîhrîcan yekîtî û hevgirtina civaka Kurdî nîşan dide û tu kes nikare vê yekê têk bibe. Wan got, “Kurdistanî, destûr nedin kesekî ku yekîtî û hevgirtina we têk bibe. Gelê Kurd ê Kanada’yê bi vê mîhrîcanê peyama xwe da her kesî: Azadî, aşitî û civaka demokratîk bêguman wê pêk were.”
Mîhrîcan heta derengiya şevê bi halayan û coşeke mezin dewam kir û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.