Li Marsîlyayê bi beşdariya Îlham Ehmed civîna gel pêk hat
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed beşdarî civîna gel a li Marsîlyayê bû û li ser yekîtiya Kurdan û pêşeroja Sûriyeyê axivî.
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed beşdarî civîna gel a li Marsîlyayê bû û li ser yekîtiya Kurdan û pêşeroja Sûriyeyê axivî.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi beşdariya Hevseroka a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civîna gel hate lidarxistin.
Civîn li salona Place des Rosesê hate kirin û bi sedan kes ji Marsîlya û bajarên derdorê beşdarî civînê bûn. Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, Îlham Ehmed axaftinek kir.
Îlham Ehmed bal kişand ser destketiyên Şoreşa Rojava û yekîtiya neteweyî ya Kurd û got ku nêrînên cuda dewlemendiyek e. Îlham Ehmed xwest di navbera hemû partiyên Kurd de ruhê xwişk û biratiyê were avakirin.
Îlham Ehmed dilsoziya xwe ya ji bo yekitiya axa Sûriyeyê dubare kir û got ku ew li dijî projeyên parçekirinê ne û ew girêdayî Peymana 10ê Adarê ne. Îlham Ehmed got: “Pêşeroja Sûriyeyê bi çarçoveyeke destûrî ku gel dikarin bi wekhevî û edaletê bi hev re bijîn, mimkun e.”
Di civînê de, proseya di navbera Tirkiye û PKK’ê û dînamîkên ewlehiyê yên herêmê jî hatin nîqaşkirin. Îlham Ehmed diyar kir ku her çend Tirkiye car caran helwestên çêker nîşan bide jî, operasyonên leşkerî aramiyê tehdît dikin û ewlehiya sivîlan dixe metirsiyê.
Îlham Ehmed li hemberî îdiayên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi PKK’ê ve tê girêdan, wiha bersiv da: “Yên ku me bi PKK’ê ve girê didin, bi temamî şaş e. PKK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî nake.”
Îlham Ehmed baweriya xwe ya bi rêyên çareseriya aştiyane jî anî ziman û diyar kir ku bi entegrasyonê re jiyana bi hev re ya hemû gelan mimkun e.
Îlham Ehmed bi hûrgilî bersiv da pirsên beşdaran ên li ser statûya siyasî ya Rojava, avahiya destûrî ya pêşerojê ya Sûriyê û zehmetiyên aborî yên li herêmê.