BI DÎMEN

Cejna Vejînê li Sydneyê bi coş hate pîrozkirin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê, endama NCDK'ê Gulê Rose axivî û got, "Roja me ya Vejînê ya 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, di şexsê mîmarê vê pêngava Fermandar Egîd û Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa de li hemû şehîdên me pîroz be."

Piştre li peyama 15'ê Tebaxê ya Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan hate temaşekirin.

Hevseroka NCDK'ê Gulay Alkan jî li pîrozbahiyê axivî û got, "15'ê Tebaxê di dîroka me ya têkoşînê de werçerxeke. Bû navê şikandina tirsê, destpêkirina têkoşîn, berxwedan û serketinê. Pêngava 15'ê Tebaxê li çar parçeyên Kurdistanê pêşketinên dîrokî bi xwe re anî. Pêvajoya ku îro ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin û Şoreşa Rojava ji endamên 15'ê Tebaxê ne. Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, gerîlayên me yên li çiyê, berxwedêrên li zindanan û li gelê me pîroz be."

Nûnerê KNK'ê yê li Sydneyê Tîmûr Tatvan jî got, "Beriya her tiştî di şexsê fermandarên me yên mezin Mahsûm Korkmaz, Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa de em hemû şehîdên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di dîroka Kurdistanê de 15'ê Tebaxê mîladek e. Beriya 15'ê Tebaxê rastiya Kurd û Kurdistanê di kîjan rewşê de bû û piştî 15'ê Tebaxê derbasî kîjan qonaxê bû; mirov dikare bi hêsanî bibîne. Şoreşa 15'ê Tebaxê ku bi pêşengiya gerîla hate kirin li Kurdistanê pêşketin û destketiyên dîrokî bi xwe re anî. Bû garantiya bingehîn a azadiya gelê Kurd."

Di bernameya çandê ya şahiyê de Gîzem Erzîncan û Aram Başûr hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha Hozan Xanemîr û Ozgur Ardil jî stran gotin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.​