EWROPA
Hemû Nûçe
-
Koma Keskan û Çep a Îtalyayê: Radestkirina Çakas xiyaneta li aştiyê ye
Ji Koma Keskan û Çep a Îtalyayê Marco Grîmaldî bertek nîşanî biryara Elmanyayê ya radestkirina Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê d û wiha got, “Nabe ku Îtalya bêdeng bimîne, prodesdura penaberiyê divê ji nû ve were destpêkirin.” -
Li Ewropayê germahiya zêde û şewata daristanan
Germa zêde ya li Ewropayê, ji Fransayê heta bi Tirkiyeyê bû sedem ku li gelek welatan alarma sor bê dayin û rê li ber şewata daristanan vekir. -
Şehîd Şêrko Ehmed Rapo li Bellinzonayê hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Şêrko Ehmed Rapo ku di sala 2019’an de li Zapê şehîd bû, li bajarê Bellinzona a Swîsreyê hate bîranîn. Di axaftinên bîranînê de soza domandina têkoşîna şehîdan hate dayîn. -
Li Hamburgê çalakiya protestoyî ya ji bo Çakas: Divê bêyî şert û merc bê berdan
Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburgê li dijî plana dersinorkirina siyasetvanê Kurd Mehmet Çakas, li Hauptbahnhof Hachmannplatzê çalakiyekî protestoyî li dar xist. Koma enternasyonalîst û meclîsên jinan jî piştgirî dan çalakiyê. -
Li Essenê civîna gel a derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de
Di civîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê hate lidarxistin de pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin, hate nirxandin. Beşdaran destnîşankirin ku ew ji bo xwedîderketina li pêvajoyê û aştiyekî bi rûmet amade ne. -
Li Swîsreyê bîranîna girseyî ji bo Emîne Ocak hat li darxistin
Li paytexta Swîsreyê Bernê, ji bo bîranîna Emîne Ocak ku wek sembola têkoşîna li dijî windakirinên di binçavan de tê zanîn, hate lidarxistin. Di bîranînê de hate diyar kirin ku têkoşîn li Meydana Galatasarayê berdewam dike. -
Li Emmerichê Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate nîqaşkirin
Li bajarê Emmerich ê Elmanyayê bi civinekî gel Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate nîqaşkirin. Beşdaran ji bo jiyana hevpar û azad a nasname û baweriyên cuda peyama, “hêvî û çareseriyê” dan. -
Li Elmanyayê ji bo Mehmet Çakas çalakî didomin
Plana rayedarên Elman a ji bo dersînorkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas, ji aliyê gelê Kurd û dostên wê ve tê protestokirin. -
Ji Îtalyayê peyama têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo
Rojek ji festîvala bi heybet a li bajarê Brescia yê Îtalyayê îsal cara sêyemîn ji Rêber Apo û Kurdistanê re hate veteqandin. -
Li Mannheimê ji bo 5 gerîlayên HPG'ê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, ji bo 5 gerîlayên HPG'ê Andok, Cemre, Şêrko, Delal û Yilmaz ên ku di Tîrmeha 2019'an de şehîd bûn, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. -
Li Hannoverê ji bo Çakas kon hate vedan
Ji bo siyasetmevanê Kurd Mehmet Çakaş ê ku Elmanya dixwaze wî dersînorî Tirkiyeyê bike, li Hannoverê kon hate vedan. -
Îtalya li hember dersînorkirina Çakas bêdeng e
Dadgeha Elman xwe amade dike ku siyasetvanê Kurd Mehmet Çakas di 28ê Tebaxê de dersînorî Tirkiyeyê bike. Dadgeha Îtalya ku bi şertê “radestî Tirkiyeyê neyê kirin” Çakas teslîmî Elmanyayê kiribû, li hember vê biryarê bêdengya xwe berdevam dike. -
Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 686’an de ye
Li Strasbourgê çalakiya Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo ji sala 2012’an ve bênavber didome, vê hefteyê ji aliyê komeke ji herêma Liege ya Belçîkayê ve dewr hat girtin. -
Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk bi sernavê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ derket
Hejmara 52’yemîn ya kovara raman û teoriyê Demokratîk Modernîte bi sernavê ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’ hate weşandin. -
FEDA û DAKB’ê nerazîbûn nîşanî destwerdanên li çalakiyan kirin
FEDA û DAKB’ê, diyar kirin ku ew ê li dijî veguherîna Elewîbûna bi destê dewletê bisekinin û peyama, “Em ê nebin Elewîbûna dewletê” dan û bang li hemû gel û saziyên Elewiyan kirin ku li dijî destwerdanên bi vî rengî bibin xwedî helwestek hevgirtî. -
Li dijî dersînorkirina Mehmet Çakas kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
Rêxistinên civaka sivîl li dijî dersînorkirina Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Bi kampanyayê bang li meqamên Elmanyayê û daxwaza parastina kesên ku ji ber sedemên siyasî zilmê dibînin, tê kirin. -
Çalakiya Cenevreyê di hefteya 237’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê dewam dike, di hefteya 237’an de ye. Kurdistaniyan carekî din banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî kirin. -
Azadî: Radestkirina Çakas li dijî makeqanûn û AIHS’ê ye
Fona Alîkariya Hiqûqî ya Azadî, biryara radestkirina Mehmet Çakas ya ji bo Tirkiyeyê rexne kir û da zanîn ku meqamên Elman bi ‘’hîsteriya nîjadperest’’ tev geriyane. Azadî, diyar kir ku dersînorkirina Çakas tê wateya talûkeya êşkence û darizandina neadil. -
KON-MED: Dersînorkirina Mehmet Çakas bêhiqûq e
KON-MED’ê biryara dersînorkirina çalakvanê Kurd Mehmet Çakas di 28’ê Tebaxê de şermezar kir û destnîşan kir ku ev gav di krîmînalîzekirina Kurdan de bibe werçerxekî bi xeter. -
Bang li rayedarên Elmanyayê kirin: Biryara dersînorkirina Çakas rawestînin
Elmanya dixwaze Mehmet Çakas û bi îdiaya “endamtiya PKKê” girtiye, dersînorî Tirkiyeyê bike. Rêxistinên mafên mirovan û malbatê bang kirin: “Ev dersînorkirin w rê li ber êşkence û neheqiyê veke. Divê biryar bê rawestandin û mafê penaberiyê bê naskirin." -
Hêzên Demokrasiyê yên Berlînê ji bo aştiyê banga sazkirina qanûna bingehîn kirin
Hêzên Demokrasiyê yên Berlînê, ji bo ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê û demokrasiyê bi qanûna bingehîn were parastin, bangek kir. Platformê daxwaz kir ku girtiyên siyasî bên berdan û bal kişand ser ku zextên li ser muxalefetê. -
Li Torînoyê ji bo Şengalê kampanyaya bexşê hat destpêkirin
Defend Kurdistan Torîno belgefîlma “Evîn di rûyê qirkirinê de” nîşan da. Di çalakiyê de axatin hatin kirin û ji bo avakirina navendeke werzîşê ya ciwanan li Şengalê were avakirin kampanyaya bexşê hat destpêkirin. -
Li Abya Yala ji bo piştgiriya yekîtiya gelan du çalakî hatin lidarxistin
Bi pêşengiya jinan li Abya Yala bi dirûşmeya, “Gel Tenê Dikarin Rizgar Bikin” panela Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Her wiha di Fuara aboriya xweser de jî li ser aboriya komunal nîqaşên berfireh hatin kirin. -
Demîr: Elmanya hiqûqa dijminahiyê li Kurdan disepîne
Mehmet Demîr dewleta Elmanyayê şermezar kir ku bêyî hincetekê nîşan bide Rojnamevan Serkan Demîrel binçav kiribû û ew dersînor kiribû û got: ‘’Ev perçeyeke dijminahiya sîstematîk ya li hemberî gelê Kurd e. Em ê tu caran vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.’’ -
Li Val de reuilê civîna gel
Li Val de Reuil a girêdayî bajarê Eureyê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de civîna gel hat lidarxistin.