Şehîd Şêrko Ehmed Rapo li Bellinzonayê hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Şêrko Ehmed Rapo ku di sala 2019’an de li Zapê şehîd bû, li bajarê Bellinzona a Swîsreyê hate bîranîn. Di axaftinên bîranînê de soza domandina têkoşîna şehîdan hate dayîn.
Gerîlayê HPG’ê Şêrko Ehmed Rapo ku di sala 2019’an de li Zapê şehîd bû, li bajarê Bellinzona a Swîsreyê hate bîranîn. Di axaftinên bîranînê de soza domandina têkoşîna şehîdan hate dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şêrko Ehmed Rapo (MehmetvSaît Aydogmûş) ku di sala 2019’an de li Zapê şehîd bû, li bajarê Bellinzona a Swîsreyê ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Xizmên Şêrko Ehmed Rapo, nûnerên KOMAW’ê û gelek Kurdistanî tevlî bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bûn.
Bîranîn di şexsê Şêrko Ehmet Rapo de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Serhat Hadioglû axaftinek kir û îşaret bi dilsoziya şehîdan a bi têkoşînê re kir.
Li ser navê malbata şehîd jî axaftin hate kirin. Di axaftinê de îşaret bi girîngiya berdewamkirina dilsoziya bi bîranîna şehîdan re hate kirin. Piştre peyama Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya derbarê şehadeta Şêrko Ehmed Rapo de hate xwendin.
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Şêrko Ehmed Rapo, bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.