Azadî: Radestkirina Çakas li dijî makeqanûn û AIHS’ê ye

Fona Alîkariya Hiqûqî ya Azadî, biryara radestkirina Mehmet Çakas ya ji bo Tirkiyeyê rexne kir û da zanîn ku meqamên Elman bi ‘’hîsteriya nîjadperest’’ tev geriyane. Azadî, diyar kir ku dersînorkirina Çakas tê wateya talûkeya êşkence û darizandina neadil.

Siyasetmedar Mehmet Çakas, bi talûkeya ku dawiya mehê ji bo Tirkiyeyê bê radestkirin re rû bi rû ye. 

Mehmet Çakas ê 45 salî, sala borî ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Bilind a Celleyê ve bi endamtiya PKK’ê  hatibû mehkûmkirin û hê jî li Girtîgeha Uelzenê tê rehîngirtin. Çakas di sala 2022’yan de li Îtalyayê hatibû girtin û li gel zexta meqamên Elman ji Elmanyaya Federal re hatibû radestkirin.

Duh jêre hatiye ragihandin ku wê di 28’ê Tebaxê de ji Tirkiyeyê re were dersînorkirin.

Fona Alîkariya Hiqûqî ya Azadî, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku dibe ku Mehmet Çakas her gav were dersînorkirin û got: ‘’Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (BAMF), îsal di meha Gulanê de serlêdana Mehmet Çakas ya penaberiyê ya ji Dadgeha Îdarî ya Luneburgê re red kir. Tevî ku îtiraz hê jî li dadgehê tê sekinandin jî, dadgehê daxwaza sekinandina darizandina îtirazê red kir. Ev yek jî tê wateya ku Çakas neçar welatî biterikîne û her dem were dersînorkirin.’’

‘LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN Û AIHS’Ê YE’

Di daxuyaniya Azadiyê de hate diyarkirin ku di biryara dadgehê ya dersînorkirinê de talûkeya şênber a li pêşiya Çakas hatiye paşguhkirin û ev yek hate gotin: ‘’Dadgeha Îdarî ya Luneburgê  li gorî qanûnan bi awayekî cidî li nêzî qexeya dersînorkirinê nebûye. Di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHS) de divê di rewşên weke êşkence, miameleya dermirovî yan jî darizandinên neadil de dersînorkirin were qedexekirin.’’

‘GEFA ÊŞKENCEYÊ HEYE’

Azadî, da zanîn ku ger Çakas ji Tirkiyeyê re wereradestkirin wê bi talûkeya êşkence û muebeta girankirî re rû bi rû bîmîne û got: ‘’Mehkûmkirina ji ber hiceta endamtiya PKK’ê ya li Elmanyayê jî,  tê wê wateyê ku wê li Tirkiyeyê bi talîkeya êşkence û darizandina neadil re rû bi rû bimîne. Jixwe dozeke ku derheqê wî de muebeta girankirî tê xwestin hê jî berdewam dike.’’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Mehmet Çakas di sala 2023’yan de ji Îtalyayê ji bo Elmanyayê hatiye radestkirin û hate bibîrxisin ku ji ber welatiyê Tirkiyeyê ye bêyî destûra Îtalyayê nabe ku ji welatekî din re were radestkirin.

Fona Alîkariya Hiqûqî ya Azadî, helwesta meqamên Elman bi zimanekî tund rexne kir û got: ‘’Meqamên rayedar û dadgehên li Elmanyayê, gefên li ser mafên sereke yên mirovî yên Kurdên muxalîf yên li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk cidî nabûne. Li şûna vê yekê bi hîsteriyên nîjadperestî tev digerin.  Tevî ku meqamên rayedar biryara BAMF’ê nenirxandiye jî bi daxwaza dersînorkirina Çakas pêşî li pêvajoya hiqûqî hatiye girtin. Divê civaka sivîl li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemîne û zextê li Hikûmeta Eyaleta Saksonyaya Jêrîn bike ku dubare têkildarî biryarê bifikire û mudaxile bike.’’