FEDA û DAKB’ê nerazîbûn nîşanî destwerdanên li çalakiyan kirin

FEDA û DAKB’ê, diyar kirin ku ew ê li dijî veguherîna Elewîbûna bi destê dewletê bisekinin û peyama, “Em ê nebin Elewîbûna dewletê” dan û bang li hemû gel û saziyên Elewiyan kirin ku li dijî destwerdanên bi vî rengî bibin xwedî helwestek hevgirtî.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) hewldanên destwerdana dewletê di çalakiyên Bîranîna Haci Bektaş-i Veli de bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Elewîtî ne tenê sîstemeke baweriyê ye; ew helwesteke li ser bingeha jiyaneke aştiyane, wekhev û kolektîf a li gorî xwezayê ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Elewîtî di dîrokê de li dijî îdeolojiyên nijadperest, tekparêzî û şerîetê li ber xwe daye û hat gotin ku ev polîtîkayên zordar îro jî berdewam dikin.

DESTWERDAN PARÇEYEK JI PROJEYA 'ELEWÎBÛNA DEWLETÊ’ YE

FEDA û DAKB’ê, diyar kirin ku çalakiyên bîranînê yên li Dergeha Haci Bektaş-ı Veli ji aliyê Serokatiya Cemeviya Elewî-Bektaşî ve têne kontrol kirin û diyar kirin ku ev parçeyek ji projeya avakirina "Elewîbûna Dewletê" ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev nêzîkatî rejîmek a qeyûmê ya li dijî baweriya Elewiyane û hat gotin, “Dewlet hewl dide ku Elewîtiyê asîmîle bike, kontrol bike û eger bi ser nekeve hewl dide tune bike. Em van polîtîkayan nas dikin, tehşîr dikin û red dikin.”

‘RAGIRÊN POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ’

Hate diyarkirin ku kesên ku îdîa dikin ku sazî di navbera dewlet û Eleweiyan de weke pirekê ne, ew ragirên polîtîkayên asîmîlasyonê ne û li hemberî destwerdanên bi vî rengî banga sekna hevpar li hemû Elewî û saziyan hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çalakiyên ku wê di 16-17-18’ê Tebaxê de li Hacibektaşê werin lidarxistin, armanca yekîtî û têkoşîna gel di nava xwe de dihwînin û ev yek hate gotin: ‘’Aşitî û demokrasiya rastîn, girêdayî heqîqeta baweriya me ye; ne girêdayî şovên di bin siya dewletê de tên kirin.’’

‘EM DEV JI QADÊN CEMAN BERNADIN’

FEDA ve DAKB’ê, di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku Elewîtî ne ew qad e ku ji aliyê dewletê ve were teşekirin û ev yek anîn ziman: ‘’Em Elewîbûna dewletê red dikin, dev ji rêya Heq û qadên ceman bernadin. Em ê destûrê nedin asîmîlasyonê.’’