Li Elmanyayê ji bo Mehmet Çakas çalakî didomin
Plana rayedarên Elman a ji bo dersînorkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas, ji aliyê gelê Kurd û dostên wê ve tê protestokirin.
Plana rayedarên Elman a ji bo dersînorkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas, ji aliyê gelê Kurd û dostên wê ve tê protestokirin.
9’ê Tebaxê roja Şemiyê li navenda eyaleta Bremen li kêleka Stasyona Trenê ya Sereke ji bo Çakas daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de pêkanînên dersînorkirinê yên ku Elmanya di salên dawî de li hemberî penaberên siyasî pêk tîne, hate şermezarkirin. Hate xwestin ku di şexsê Mehmet Çakas de dawî li zextên li ser hemû penaberên siyasî were û weke pêdiviya mafên demokrasî û mirovî ev polîtîka bên guhertin. Çalakî nêzî saetekê dom kir.
Çakas ê li Girtîgeha Uelzen tê ragirtin, 8’ê Tebaxê bi rêya malbata xwe daxuyanî da û got, “Di pêvajoya ji Îtalyayê radestkirina Tirkiyeyê de, dadgeha Îtalyayê gotibû, nabe ku radestî Tirkiyeyê were kirin.” Çakas bi bîr xist ku beriya radestî Elmanyayê were kirin, serlêdana îlticayê ya li Îtalyayê kirî taloq bû û xwest ku pêvajo car din were destpêkirin û mafê rûniştinê bê dayîna wî.
Heman rojê endama Parlamentoya Federal a Die Linke Cansu Ozdemîr jî ev mijar veguheztibû rojeva hikûmeta Elman.
Mehmet Çakas ê 45 salî, sala 2022’yan li Îtalyayê bi daxwaza rayedarên Elman hatibû girtin û piştre radestî Elmanyaya Federal hate kirin. Di Nîsana 2024’an de Dadgeha Herêmê ya Bilind a Celle ew di çarçoveya madeya 129b de darizand û 2 sal û 10 meh cezayê hepsê li Çakas birî. Hîn jî li Girtîgeha Uelzen tê ragirtin. 3’yê Tîrmehê jê re hate ragihandin ku wê 28’ê Tebaxê dersînorî Tirkiyeyê were kirin.