Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 686’an de ye
Li Strasbourgê çalakiya Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo ji sala 2012’an ve bênavber didome, vê hefteyê ji aliyê komeke ji herêma Liege ya Belçîkayê ve dewr hat girtin.
Li Strasbourgê çalakiya Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo ji sala 2012’an ve bênavber didome, vê hefteyê ji aliyê komeke ji herêma Liege ya Belçîkayê ve dewr hat girtin.
Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourgê yê Fransayê zêdetirî 13 sal in bê navber didome, di hefteya 686’an de berdewam dike.
Vê hefteyê nobet ji aliyê welatparêzên bi navên Mistefa Kumral, Mihemed Temo û Şahît Elî yên ji bajarê Liege yê Belçîkayê dewr hat girtin.
Berdevkê komê Mistefa Kumral diyar kir ku Rêber Apo tevahiya jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest pêşkêş kiriye û got, "Em deyndarê Rêber Apo ne."
Kumral wiha berdeam kir: “27 sal in di girtîgehê de ye. Em dixwazin tecrîda li ser Serok bê rakirin û divê êdî azad bibe.”
Kumral destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Apo daye destpêkirin û got: “Em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê îdeolojî û paradîgmaya Rêberê xwe li her deverê, ji dost û dijminan re vebêjin. Em ê hewl bidin ku dengê xwe bigihînin hemû gelên cîhanê.”