BI DÎMEN

Li Emmerichê Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate nîqaşkirin

Li bajarê Emmerich ê Elmanyayê bi civinekî gel Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate nîqaşkirin. Beşdaran ji bo jiyana hevpar û azad a nasname û baweriyên cuda peyama, “hêvî û çareseriyê” dan.

Li bajarê Emmerich ê Elmanyayê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ji aliyê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên Duisburg û Emmerich ve civîna gele hate lidarxistin.

Çalakî di saet 13:00’an de li salona NCKD’ê bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Gelek kes beşdarî civînê bûn.

Di salona ku civîn lê hate lidarxistin de wêneyê Rêber Apo hate daleqandin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkildarî pêvajoyê nirxandin kir û agahî dan. Piştre bi beşa pirs-bersiv dewam kir.

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Apo pêş xist, hêviyê dide gelan û modelekî civakî ku nasname û baweriyên cuda bikaribin bi hev re jiyan bikin, pêşkêş dike. Hevseroka KCDK-E’yê diyar kir ku li dijî şer, xizanî û bênasnamekirinê ya ku pergalên yekparêz û asîmîlasyonê rê li ber vekirine, paradîgmaya Rêber Apo edaleta civakî û aştiyê esas digire. Zumrut diyar kir ku ev bang di avakirina avaniyeke civakî ya piralî de rêyekî girîng ê çareseriyê ye.

Hevdîtin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.