Li Mannheimê ji bo 5 gerîlayên HPG'ê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, ji bo 5 gerîlayên HPG'ê Andok, Cemre, Şêrko, Delal û Yilmaz ên ku di Tîrmeha 2019'an de şehîd bûn, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, ji bo 5 gerîlayên HPG'ê Andok, Cemre, Şêrko, Delal û Yilmaz ên ku di Tîrmeha 2019'an de şehîd bûn, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.
Merasîma sersaxiyê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan ji aliyê malbata Yilmaz Şaho ve li hola komeleyê hate lidarxistin. Hola ku sersaxî lê hat lidarxistin bi posterên Rêber Apo û wêneyên şehîdan hate xemilandin.
Di sersaxiyê de mewlûd hate xwendin û xwarin hate xwarin. Beşdaran diyar kirin ku ew ê têkoşîna şehîdan ji bîr nekin û peyamên yekîtî û hevgirtinê dan.