BI DÎMEN

Li Torînoyê ji bo Şengalê kampanyaya bexşê hat destpêkirin

Defend Kurdistan Torîno belgefîlma “Evîn di rûyê qirkirinê de” nîşan da. Di çalakiyê de axatin hatin kirin û ji bo avakirina navendeke werzîşê ya ciwanan li Şengalê were avakirin kampanyaya bexşê hat destpêkirin.

Tora hevgirtinê Defend Kurdistan a ku li bajarê Torîno ya Îtalyayê xebatên xwe dimeşîne bi boneya salvegera qirkirina 3’yê Tebaxê ya li dijî gelê Êzidî, belgefîlma “Evîn di rûyê qirkirinê de” ku ji hêla Komuna Fîlman a Rojava ve hatiye amadekirin, nîşan da.

Piştî pêşandana belgefîlmê, nîqaşek bi beşdaran re hat kirin. Di axaftinê de ezmûnên şandeyeke navneteweyî ya serdana Şengalê kiriye hatin parvekirin. Her wiha berxwedêrên ku di berxwedana Şengal de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. 

JI BO ŞENGALÊ KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN 

Di çalakiyê de, kampanyaya bexşê ya ji bo avakirina navendeke werzîşê ya ciwanan li Şengalê hatiye destpêkirin, ji raya giştî ya Îtalyayê re jî hat ragihandin.

Beşdarên çalakiyê coşa xwe ji bo pêşketinên li herêmê yên ji bo aştî û civakeke demokratîk anîn ziman. Diyar kirin ku ev pêvajo di aliyê xwerêvebirinê de ji bo gelên Êzîdî û Kurd derfeteke girîng e.