Çalakiya Cenevreyê di hefteya 237’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê dewam dike, di hefteya 237’an de ye. Kurdistaniyan carekî din banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî kirin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê dewam dike, di hefteya 237’an de ye. Kurdistaniyan carekî din banga berpirsyariyê li civaka navneteweyî kirin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve di çarçoveya Pêngava "Dem dema azadiyê ye" de li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê dewam dike, di hefteya 237’an de ye.
Çalakiya vê hefteyê di şexsê Arjîn Cûdî (Zeynep Dal) ku di 18’ê Tebaxa 2022’an de û Çekdar Canfeda Med (Enver Çelîk) ku di 12’ê Tebaxa 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ji aliyê Yekbûn Guneş ve hate xwendin. Guneş di axaftina xwe de salvegera 11’an a Qirkirina Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan pêk hat, bi bîr anî û wiha got, “3’ê Tebaxê ji bo mirovahiyê wekî rojekî tarî bimîne.”
Yekbûn Guneş wiha got, “Hîna bi hezaran jin û zarok winda ne. Ev birînekî bi xwîn e.”
Yekbûn Guneş bi berdewamî wiha got, “Gelê Şengalê îro jî ji bo xweparastina xwe ya xweser ava bike û bi azad jiyan bike, li ber xwe dide. Lê dixwazin vê îradeyê bi destwerdanên derve bikin di bin zextê de. Dewleta Iraqê, aktorên herêmî û navneteweyî divê rêzê li hemberî vê îradeyê bigire.”
Yekbûn Guneş di berdewamiya axaftina xwe de ev bang kir, “Divê civaka navneteweyî kujerên qirkirinê bidarizînin, divê aqûbeta jin û zarokên winda werin ronîkirin. Daxwazên gelê Şengalê divê ne bi zorê û zextê, divê bi diyaloga demokratîk were pêşwazîkirin. Divê îradeya rêveberiya xweser a Şengalê were naskirin û statuya wê were fermîkirin. Navê van sûcan bikin û kujeran bidarizînin. Ji bo pêşeroja azad a gelê Şenglaê têkoşîna hevpar mezin bikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an dewam kir.