Li Abya Yala ji bo piştgiriya yekîtiya gelan du çalakî hatin lidarxistin 

Bi pêşengiya jinan li Abya Yala  bi dirûşmeya, “Gel Tenê Dikarin Rizgar Bikin” panela Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Her wiha di Fuara aboriya xweser de jî li ser aboriya komunal nîqaşên berfireh hatin kirin. 

Di 1’ê Tebaxê de li Casa Pascasio ya Medellinê bi dirûşmeya,“Gel Tenê Dikarin Rizgar Bikin” panelek hate lidarxistin. Nûnerên Tevgera Jinên Kurdistan a li Abya Yala, Sendîkaya Perwedekarên Medellinê (ASDEM) û rojnamevan Ricardo Ferrer beşdarî panelê bûn û li ser pêvajoyê axivîn.  

Di panelê de li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn, berxwedana gelên Kurd û Filistînî, pêşketinên jeopolîtîk ên li herêmê û têkoşîna gelan a ji bo azadiyê nîqaş hatin kirin. Di panelê de pirsgirêkên dîrokî yên ku gelên Abya Yala û Rojhilata Navîn pê re rû bi rû mane hatin destgirtin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têkoşîna azadiyê yên li Kurdistan, Kolombiya û Fîlîstînê û pêvajoyên berxwedanê yên civakî ji aliyê dîrokî ve nirxandin.


Modela Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo wekî alternatîfek ji bo jiyana bi hev re û azad a mirovan hate destnîşankirin. Di panelê de têkoşîna jinan di vê pêvajoyê de ji bo girîngiya guhertina hişmendiyê hem li Abya Yala hem jî li Rojhilata Navîn li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst û baviksalariyê weke çavkaniya berxwedanê hate destgirtin. Panel bi beşa pirs û bersivan ên der barê paradîgmaya Rêber Apo, berxwedana li Kurdistanê û rewşa Filîstinê de, dewam kir. Piştre parastina Rêber Apo ya bi navê "Civaknasiya Azadiyê" ku wergera Spanyolî hatibû kirin, hat danasandin û panel bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


ŞOREŞA ROJAVA Û MODELA ABORIYA DEMOKRATÎK HAT NÎQAŞKIRIN


Di 2’yê Tebaxê de, Fuara Aboriya Xweser li Navenda Çandî ya El Hormiguero li Medellínê hat lidarxistin. Di çalakiya li vir de salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.Kooperatîfên herêmî û înîsiyatîfên bingehîn beşdarî fuarê bûn.


Di fuarê de li ser modela Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş hatin kirin. Di çalakiyê de, bi kooperatîfên xweser û rêxistinên gel ên wekî La Familia de la Calle, Comuna Sinifana, Casa Puentes û Tevgera Jinên Kurdistanê yên li Abya Yala ku li ser bingeha aboriya civakî û komunal dixebitin, hevpeyvîn hatin kirin.

Li fuara ku kelûpelên bi destçêkirî lê hatin pêşandan, beşdaran berhemên xwe pêşkêş kirin û ezmûnên xwe yên têkoşîna xwerêxistinkirî parve kirin. Girîngiya aboriya komunal û rêxistina herêmî ji bo azadiya civakî hate destnîşankirin. Modela Konfederalîzma Demokratîk ku di bin pêşengiya jinan de li Rojava pêşketiye, îlham da gelek rêxistin, saz û beşdarên fuarê.