Hêzên Demokrasiyê yên Berlînê ku li paytexta Elmanyayê Berlînê çalak in, derbarê pêvajoya li Tirkiyeyê de daxuyaniyeke hevpar weşand. Di daxuyaniya nivîskî ya 21 komele û 2 partiyên siyasî de, hate gotin ku divê li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê û demokratîkbûnê bi qanûna bingehîn were parastin û ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê gavên rast û xurt bêne avêtin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di sala 2024an de, bi banga diyalogê ya Rêber Apo û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, ji bo Tirkiyeyê fersendeke dîrokî peyda bûye. Hate destnîşankirin ku eger ev pêvajo li ser bingeha diyalog û muzakereyê bi pêş ve biçe, aştiyeke mayînde hewceye.
'ZEXTÊN LI SER MUXALEFETÊ PÊVAJOYÊ XIRAB DIKE'
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî pêşveçûnên erênî yên di vê pêvajoyê de, zêdebûna zextên li ser partiyên muxalefetê, bi taybetî li ser CHP'ê baweriya bi vê pêvajoyê xera dike. Bal kişandin ser dozên dadwerî yên li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Şaredarê berê yê Îzmîrê Tunç Soyer û hate gotin ku ev cure zext rasterast mudaxeleya li îradeya gel in.
'GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'
Herwiha hate gotin ku girtina girtiyên siyasî Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Fîgen Yuksekdag û Can Atalay, bi biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) re nakok in. Hate xwestin ku hemû girtiyên siyasî bi lezgînî bên berdan.
'PÊWÎSTIYA DESTÛREKE NÛ DIYAR E'
Hêzên Demokrasiyê diyar kirin ku ji bo Tirkiyeyê ku xwedî avahiyeke pirnasname, pirbawerî û pirçandî ye, qanûnên bingehîn yên nû ya ku nasnameya hemûyan nas bike, li ser bingeha welatiyên wekhev jiyaneke azad misoger bike û bi demokrasî û hiqûqa gerdûnî re lihevhatî be, pêwîst e. Hate gotin ku dewlet divê li hemberî hemû nasname, bawerî û meylan bi wekhevî tevbigere, û di daxuyaniyê de hate gotin: “Taybetmendiyên bingehîn ên ku divê rêveberan hebin, liyakat, edalet û wijdan in.”
'EM Ê BIBIN DENGÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ'
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de ev gotin: “Aştî û demokrasî tenê bi edalet, azadî û hiqûqa gerdûnî pêkan e. Bi vê baweriyê, em ê li Tirkiyeyê îradeya jiyana bi hev re û wekhev a gelan biparêzin; dengê aştiyê û demokrasiyê li her derê bilind bikin.”
Sazî û partiyên daxuyaniya hevbeş îmzakirine ev in:
MALA KURDA Berlin-Brandenburg e.V.
Mala Gelê Kurdistan e.V.
Kurdisches Zentrum e.V.
Alevitische Gemeinde zu Berlin (Cemxaneya Civaka Elewî ya Berlînê)
Înstîtutê Ziwan û Kulturê Kirmancî (Zaza) –IKK- e.V.
Platforma Dengê Girtiyan
Nav-Berlin (Civaka Azad a Kurd a Berlînê e.V.)
Meclîsa Jinan a Dest Dan Hêvî
Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V.
Yekmal e.V.
DAS GRUNE HAUS e.V.
Dersim Çand gemeinde Berlin e.V.
Bund der Arabischen Alawiten in Berlin (BAAB) e.V.
Huv e.V Berlin – Komeleya Karsazên Hûmanîst
Erzîncanli Canlar Berlin e.V.
Çorum-Der Kultur- und Bildungszentrum e.V.
Koma Tiyatroyê ya Aşnan
Akdag Solidaritätsverein - Komeleya Piştevaniyê û Piştgiriyê ya Gundê Akdagê
Omcali Kultur und Solidaritätverein Berlin
Komela Berlînê a Çepniyên Antebê
Sivasli Canlar e.V.
CHP Berlîn
Nûnertiya Dem-Deutschland