Emîne Ocak, ku di 23ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da û yek ji sembolên çalakiya Dayikên Şemiyê bû, li paytexta Swîsreyê Bernê bi merasîmekî girseyî hate bîranîn.
Bi pêşengiya Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Ewropayê (ADGB), Komelaya Piştevanên Mafê Mirovan û Dergeha Alewîyan a Bern (İHDD), "Civîna Rêzdariyê ji bo Emîne Ocak" hate lidarxistin. Malbata Ocak, saziyên şoreşger, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek siyasetvan beşdarî bîranînê bûn. Merasîm bi rêzgirtina ji bo Emîne Ocak, kesên di têkoşîna windakirinên di binçavan de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên azadiyê dest pê kir.
Hevserokê Federasyona Demokratîk a Alewiyan a Ewropayê (FEDA) Demîr Çelîk diyar kir ku Emîne Ocak yek ji zincîrên herî bi hêz ên berxwedana li dijî tarîtiya salên 1990’î bû. Çelîk got: “Di dema ku zêdetirî 4.200 gund hatin şewitandin û valakirin, 17.500 kuştinên nediyar hatin kirin, tevgerên şoreşger-sosyalîst hatin qedexekirin, berpirsyariya mirovî û wijdanî li hemberî dewletê pêk anîn ne karê her kesî bû. Jinên wek Emîne Ana tiştên ku em mêr nikarîbûn bikin bi ser xistin. Ew bûn ‘şandeyên aştiyê yên bi tîlbendên spî’ û nîşanî me dan ka çawa dîrok tê nivîsandin.” Çelîk herwiha got ku têkoşîna aştiyê û civakeke demokratîk divê bi pratîkê bi civakê re were parvekirin. Çelîk wiha got, “Ji bo ku em nebin mexdûrên Erdogan, ji bilî têkoşînê ti rêyeke me ya din nîne.”
'JI BO BI HEZARAN WINDAKIRÎ TÊKOŞÎN BERDEWAM KIR'
Keça Emîne Ocak Zeynep Bîrsen, diyar kir ku diya wê 30 salan qet ji Meydana Galatasarayê venegeriya. Zeynep Bîrsen got: “Diya min her çendî kurê xwe dîtibe jî, êşa xwe di nav êşeke takekesî de negirt. Wê got ‘bi hezaran windakirî hene’ û qet bêhêvî nebû, têkoşîna xwe berdewam kir. Dayikên Şemiyê têkoşîna bîrê didin; ji ber ku windakirî hem hatin tunekirin hem jî hatin paşguhkirin. Ev têkoşîn li hemberî dîroka fermî dîrokeke devkî ava dike.” Zeynep Bîrsen anî ziman ku piştgiriya ciwanan di dema nexweşxaneyê de nîşana herî mezin e ku mîrateya diya wê li pêşerojê jî bidome.
'EGER FAŞÎZM HEBE, BERXWEDAN JÎ HEBE'
Siyasetvan Tuncay Yîlmaz, ku li ser navê ADGB’ê axivî, bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka windakirinê sernaveke berxwedanê ya cîhanî ye û got: “Ji Şîlî heta Arjantîn, ji Filistînê heta Perûyê, li ku derê faşîzm hebe li wir windakirin hene û bêguman berxwedan jî heye. Têkoşîna Emîne Ana di dîroka berxwedana cîhanê de cihê xwe girt. Divê em li Tirkiyeyê jî fersenda dîrokî ya lêpirsîna sûcdarên van tawanên ava bikin. Hêzên ku di Dayikên Şemiyê de yek dibin, mifteya rizgariya vî welatî ji rejîma zordar in.”
Burhan Karakoç, ku li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê axivî, diyar kir ku wêrekiya Emine Ocak rûyê herî tarî yê dewletê eşkere kir û got: “Ew ne kesekî asayî bû; ew şervanek bû, pêşenga berxwedanê bû. Em ê rêya wê bişopînin.”
Ji Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê Alî Orak, ji İHDD’ê Ahmet Fazil Tamer û ji Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Îrfan Babaoglu jî di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku bîra kolektîf li ser kevirên Meydana Şemiyê dijî û heta hesabê windakirinê bê pirsîn dê têkoşîn berdewam bike.
Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana Emîne Ocak û bi muzîkê bi dawî bû.