Rêxistinên civaka sivîl ên li Elmanyayê xebatan dimeşînin, li dijî biryara dersînorkirina Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Kampanyaya ku bi sernavê “Dawî li dersînorkirina Mehmet Çakas bînin. Bila kesên ji ber sedemên siyasî zilmê dibînin, bên parastin” hate lidarxistin. Kampanya ji bo xitabê Wezareta Karên Hundirîn a Saksonyaya Jêrîn bike, tê meşandin. Meclîsa Mafên Mirovan a Navendî (Der Zentrale Menschenrechtsrat der Kurdinnen in Deutschland - ZMRK) ku ji aliyê Kurdên li Elmanyayê ve hate avakirin, pêşengiya kampanyayê dike.
Daxwazên bingehîn ên kampanyayê wiha ne:
"Karûbarê dersînorkirina Mehmet Çakas divê demildest were rawestandin.
Ji ber ku xeteriya binpêkirina mafên di bin çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) de heye, divê li gorî xala 60/A a Qanûna Lêrûniştinê ya Elmanyayê qedexekirina dersînorkirinê were pêkanîn.
Li Elmanyayê divê pêvajoya penaberiyê ya adil û zelal ya xwe dispêre serweriya hiqûqê were meşandin.
Elmanya divê li şûna hevkariya bi rejîmên otorîter re, helwestekî alîgirê mafên mirovan û zelal raber bike.
Divê dawî li krîmînalîzekirina çalakîtiya civakî û siyasî ya Kurd bê anîn."
Mehmet Çakas (45) ku di sala 2022’an de li Îtalyayê bi daxwaza meqamên Elmanyayê hate girtin, piştre radestî Elmanyayê hate kirin. Di sala 2024’an de ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Bilind a Celle ve ji ber doza ku di çarçoveya 129b de tê darizandin de 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Çakas hate birîn û hîna jî li Girtîgeha Uelzenê tê girtin. Di 3’ê Tîrmehê de ji Çakas re hate ragihandin ku di 28’ê Tebaxê de wî ji bo Tirkiyeyê dersînor bikin.
Ji bo tevlîbûna li kampanyaya îmzeyan;