Li Hamburgê çalakiya protestoyî ya ji bo Çakas: Divê bêyî şert û merc bê berdan

Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburgê li dijî plana dersinorkirina siyasetvanê Kurd Mehmet Çakas, li Hauptbahnhof Hachmannplatzê çalakiyekî protestoyî li dar xist. Koma enternasyonalîst û meclîsên jinan jî piştgirî dan çalakiyê.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Hamburgê ji bo şermezarkirina plana dersinorkirina siyasetvanê Kurd Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê, li Hauptbahnhof Hachmannplatzê daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxistin. Çalakiya ku Meclîsa Jinan a Rojbînê û komên enternasyonalîst ên Alman jî beşdar bûyî, xwestin biryara dersînorkirina Çakas a di 28ê Tebaxa 2025 de bê baltalkirin.

Çalakgeran pankarta “Freiheit fur Mehmet Çakas, Stoppt die Abschiebung” (Azadî ji Mehmet Çakas re, Dersînorkirinê rawestînin) û afîşên bi wêneyên Çakas hilgirtin. Di protestoyê de ku gelek caran dirûşma “Biji Berxwedana Zindanan” hate gotin, axaftvanan diyar kirin ku biryar siyasî ye û dersînorkirina Çakas dê xetereyeke mezin a jiyanî derxe holê.

‘BI ÇAKAS RE DIXWAZIN PEYAMEK BIDIN KURDAN’

Îrfan Riha got ku eger Çakas ji bo Tirkiyeyê bê dersînorkirin, jiyana wî dê bikeve xetereyê. Riha destnîşan kir ku biryar polîtîk e û wiha axivî: “Mehmet Çakas ne girtiyekî takekesî ye, girtiyekî siyasî ye. Em deyndarê wî ne. Bi Çakas re dixwazin peyamekê bidin Kurdên li Ewropayê. Em vê yekê qebûl nakin û em bang li her kesî dikin ku xwedî li Çakas derkeve.”

‘DIVÊ BIRYAR WERE RAWESTANDIN’

Paşê Anja Flach axivî û biryara dersînorêkirinê wekî antîdemokratîk binav kir û got hikûmeta Alman bi awayekî neqanûnî xizmeta polîtîkayên şer ên hikûmeta Tirk dike. Mafê penaberiyê yê Çakas tê paşguhkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.