Mehmet Çakas, ku di 2022'yan de ji Îtalyayê ji bo Elmanyayê hat veguhestin û di 2024'an de bi 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin, niha dixwazin dersînorkirî Tirkiyeyê bikin. Aktîvîstê kurd ê li Girtîgeha Uelzenê tê ragirtin, di Cotmeha 2025'an de tê payîn ku bê berdan, lê Daîreya Penaberiyê ya AEmanyayê (BAMF) amedekariyan dike ku wî dersînorî Tirkiyeyê bike.
ARNO-JARMINE LAFFIN: DIVÊ ZEXT BÊ KIRIN
Arno-Jarmine Laffin ji AZADÎ e.V. bang li civaka Kurd û sivîl kir ku ji bo rawestandina dersînorkirina Çakas zextê li rayedarên Elmanyayê bikin û got: “Eger Çakas bê dersînorkirin, wê li Tirkiyeyê rastî êşkence û neheqiyê bê.”
CANSU OZDEMÎR: DERSÎNORKIRIN LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E
Cansu Ozdemîr got: “Çakas li Tirkiyeyê di bin metirsiya girtina siyasî de ye. Dersînorkirin li dijî mafên mirovan e. Divê tavilê bê rawestandin û pêvajoyeke penaberiyê ya adil dest pê bike.”
MALBATA ÇAKAS BANGA ÇALAKIYÊ KIR
Malbata Çakas got: “Ev meseleyeke siyasî ye. Dersînorkirina Çakas wê rê li ber dersînorkirina girtiyên din veke. Em bang li gelê xwe û dostên li Îtalya û Elmanyayê dikin ku bi çalakiyên demokratîk vê yekê rawestînin.”