Alîgirê Serokê Koma Keskan û Çep a Îtalyayê (Alleanza Verdi e Sinistra) Marco Grîmaldî, bertekekî tund nîşanî biryara radestkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê da û wiha got, “Radestkirina Çakas xiyaneta li aştiyê ye.” Grîmaldî bang li hikûmeta Îtalyayê kir ku prosedura penaberiyê tavile ji nû ve bide destpêkirin û radestkirinê asteng bike.
Elmanya biryar dabû ku di 28’ê Tebaxê de Mehmet Çakas radestî Tirkiyeyê bike. Tevî ku Çakas li Elmanyayê tu sûcê nekiriye jî bi sûcdarkirina “Endamtiya PKK’ê” hikm xwar û niha jî li Girtîgeha Uelzenê tê girtin. Tê diyarkirin ku eger radestî Tirkiyeyê were kirin, wê cezayê heta bi hetayê bigire.
Radestkirina Mehmet Çakas nîqaşên zexta li dijî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê dîsa xist rojevê û Îtalya têkildarî mijarê bendewariya hewldana dîplomatîk zêde dike.
‘DIVÊ PROSEDURA PENABERIYÊ WERE DESTPÊKIRIN’
Grîmaldî di Parlamentoya Îtalyayê de axivî û wiha bang li Wezîrê Karên Derve û Alîkarê Serokwezîr Antonio Tajanî kir: “Ez dixwazim Tajanî bi rewşa Mehmet Çakas re eleqeder bibe ku tevî ku li Elmanyayê tu sûc nekiriye, ji ber ‘endamtiya PKK’ê’ hikm xwariye. Ew niha rûbirûyê radestkirina ji bo Tirkiyeyê û cezayê heta bi hetayê ya girankirî re ye. Ev rewş binpêkirina mafên mirovan e.”
Grîmaldî bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û wiha got, “Dema ku Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê banga bêçekbûnê ya dîrokî û diyaloga demokratîk dike, Elmanya zextê hildibijêre. Nabe ku Îtalya bêdeng bimîne, divê prosedura penaberiyê ji nû ve were destpêkirin û vê radestkirinê asteng bike. Çareseriya pirsgirêka Kurd ne girtîgeh e, pêvajoya aştiyê ye. Parastina Mehmet parastina demokrasiyê ye.”,
KOMALEYA HIQÛQNASÊN DEMOKRATÎK BANGA ÇALAKIYA LEZGÎN KIR
Komaleya Hiqûqnasên Demokratîk (Giuristi Democratici) jî li ser sîteya înternetê daxuyaniya bi sernavê “Li dijî radestkirina Mehmet Çakas a ji bo Tirkiyeyê seferberiya lezgîn” weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em bang li civaka sivîl, xebatkatên qada hiqûqê, parêzvanên mafên civakî dikin; “Ji bo naskirina mafê parastina navneteweyî ya ji bo Mehmet Çakas ku hîna li Girtîgeha Uelzenê tê girtin, bikevin tevgerê.”