Li Ewropayê germahiya zêde û şewata daristanan
Germa zêde ya li Ewropayê, ji Fransayê heta bi Tirkiyeyê bû sedem ku li gelek welatan alarma sor bê dayin û rê li ber şewata daristanan vekir.
Germa zêde ya li Ewropayê, ji Fransayê heta bi Tirkiyeyê bû sedem ku li gelek welatan alarma sor bê dayin û rê li ber şewata daristanan vekir.
ÎTALYA: Li 16 bajaran di asta alarma sor de hişyariya germahiyê hate kirin. Li derdora Vezuvê, hewl tê dayin ku şewata li daristanê bê vemirandin. Li Sardinyayê zarokek ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest da.
SPANYA: Pileya germahiyê gihîşt heta 40'î û ji ber vê yekê jî li herêma Las Medulasê ku Mîrateya Cîhanê ya UNESCO ye sê rojan 13 caran şewatê rû da; xisareke mezin li herêmê bû. Li nêzî Tarîfayê, şewata ku jinûve gur bû, bû sedem ku 2 hezar kes ji cihê xwe bêne veguhestin.
PORTEKÎZ: Li Portekîzê li sê deveran şewat dewam dike. Li 20 herêmên li rojava û başûrê Fransayê jî rîska şewatê zêde ye.
FRANSA: Li Fransayê şewateke mezin bandor li 20 departman û qadeke ji 16 hezar hektarî kir. Li aliyê Meteo-Frans ve herêma Aude weke herêma bi rîsk a şewatê hate pênasekirin.
TIRKIYE: Li bajarê Çanakkaleyê şewatê bandor li sedan malî kir, zêdeyî 2 hezar kes hatin veguhestin.
ROJAVAYÊ BALKANAN: Germahî gihîşt 41 pileyî. Li Arnavûtlûk, Qeredax û Hirvatistanê şewat dewam dike.
Zanyar hişyariyê didin ku ji ber germahiya avhewayê pêla germa zêde û şewat wê salên bê hîn zêde û giran be.