Li Hannoverê ji bo Çakas kon hate vedan
Ji bo siyasetmevanê Kurd Mehmet Çakaş ê ku Elmanya dixwaze wî dersînorî Tirkiyeyê bike, li Hannoverê kon hate vedan.
Ji bo siyasetmevanê Kurd Mehmet Çakaş ê ku Elmanya dixwaze wî dersînorî Tirkiyeyê bike, li Hannoverê kon hate vedan.
Li bajarê Hanover ê Elmanyayê ji bo piştgiriya siyasetmevanê Kurd Mehmet Çakaş ku bi dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê re rû bi rû ye, kon hate vedan. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hanoverê û Komuna Jinan a Meryem a Hildesheimê ve bi hev re hate organîzekirin.
Li qada ku kon lê hate vedan stand hate danîn, pankart û dovîzên wêneyên Mehmet Çakas li ser bûn hatin daliqandin. Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan li dijî biryara dersînorkirinê îmze hatin berhevkirin. Her wiha ji bo agahdarkirina raya giştî belavok hatin belavkirin.