Siyasetvanê Kurd Mehmet Çakas ê ku li girtîgeha Uelzenê tê girtin, bi rêya malbata xwe daxuyanî da û bi bîr xist ku Îtalya di proseya radestkirina ji bo Elmanyayê de soza “divê radestî Tirkiyeyê neyê kirin” dabû û got: “Ez dixwazim dadgeha Îtalyayê li pişt vê şertê bisekine.”
Çakas bang li Kurdên li Îtalyayê, parêzvanên mafên mirovan û derdorên demokratîk kir û destnîşan kir ku divê biryara dadgeha Îtalyayê bê bicihanîn.
REWŞA ÇAKAS JI HIKÛMETÊ HAT PIRSÎN
Endama Parlamentoya Federal a Die Linke (Bundestag) Cansu Ozdemîr ev mijar anî rojeva hikûmetê. Cansu Ozdemîr di pêşnîyarapirsa xwe de behsa biryara Wezareta Dadê ya Federal a sala 2023’yan kir û xwest ku ji ber tehdîda cezayê giran a heta hetayê li Tirkiyeyê, divê daxwaza radestkirina Çakas bê redkirin.
Parlamentera Die Linke ji Wezareta Karên Hundir a Federal û Daîreya Federal a Koçber û Penaberan (BAMF) pirsî, gelo vê biryarê li ber çav digirin an na?
Cansu Ozdemîr bi van gotinan bertek nîşan da: “Tevî nirxandina vekirî ya Daîreya Dadê ya Federal a derbarê Mehmet Çakas de heye jî çima Daîreya Federal a Koçberan li hember vê dersînorkirinê dernakeve?