EWROPA
Hemû Nûçe
-
Federasyona Elewiyan a Ereb êrîşên li ser Durziyan şermezar kir
Federasyona Elewiyan a Ereb a Ewropayê (EFAA) “êrîş û komkujiya” li Siwêdayê li dijî gelê Durzî pêk tên, bi tundî şermezar kir. -
Çalakiya Cenevreyê: Li beramberî gava dîrokî divê azadiya Rêber Apo pêk were
Di çalakiya rûniştinê ya ku ev 234 hefte li ber NY’ê tê lidarxistin de hate diyarkirin ku ruhê berxwedana dîrokî ya 14ê Tîrmehê berdewam dike ûmwiha hate gotin: "Li beramberî pênava Koma Aştî û Civaka Demokratîk, divê azadiya Rêber Apo were misogerkirin." -
Zekî Pirsûs: Rêbertî çi gotibe, îro ew pêk tê
Zekî Pirsûs anî ziman ku ew ji fikrên Rêbertî bawer dikin û got, “Ji ber ku di salên 90’î de çi gotibe, îro ew pêk tê. Lewma divê mirov yekser pê re biaxivin, li fikrên wî guhdarî bikin.” -
Cenazeyê Huseyîn Akmaz hat veşartin
Cenazeyê welatparêz Huseyîn Akmaz ê ku li Viyanayê jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna malbat, dost û nûnerên civaka Elewî bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Eindhovenê Akademiya Zanista Civakî hat vekirin
Li Eindhovenê Akademiya Zanista Civakî hate vekirin. Akademî armanc dike ku paradîgmaya Rêber Apo di asteke cîhanî de bîne rojevê û ji bo lêgerîna azadiya civakî bingeheke entelektuel ava bike. -
Êrîşa li ser malbata Kurdî li Hannoverê hat şermezarkirin
Li Hannoverê êrîşa li ser malbata Kurd ya ji ber muzîka Kurdî hat protetsokirin. -
CDK-S’ê ji bo çareseriyê banga piştevaniyeke xurtir kir
Konseya Demokatîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) diyar kir ku merasîma îmhakirina çekan a komekî gerîlayan “gavekî dîrokî ye” û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd banga nîşandayîna piştevaniyekî xurtir dikin.” -
Li Saint-Avoldê Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Li bajarê Saint-Avold ê Fransayê ji bo bîranîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi civînekî gel pêk hat. -
Li Moskowayê gel bi kelecanake mezin peyama Rêber Apo pêşwazî kir
Gelê Kurd ê li Moskowayê ku temaşeyî peyama Rêber Apo ya bi dîmen kirin kêfxweşiya xwe anîn ser ziman û wiha gotin, “Em heta dawî piştgiriya pêvajoya ku Rêberê me daye destpêkirin dikin. Êdî dixwazin Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî di nav xwe de bibînin." -
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Moskowayê konferans li dar xist
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya gelek akademisyen û zanyaran li Moskowayê konferans li dar xist. Di konferansê de bal kişandin ser pira civakî, zanyarî û çandî. -
Fransa plan dike ku derbasî leşkeriya dilxwazî bibe
Fransayê bi armanca zêdekirina kapasîteya xwe ya parastinê ya li hemberî ‘gefên ewlehiyê yên zêde dibe’’ û ji bo pêşkêşkirina derfeta xizmetkirina welêt a ciwanan vesazkirina xizmeta leşkeriya bi dilxwazî dubare xist rojeva xwe. -
Li Lîmasolê Şehîdên Meha Tîrmehê hatin bîranîn
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan û Alî Haydar Kaydar Kaytan ê 3’yê Tîrmeha 2018’an şehîd bû, merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Pagani: Divê Erdogan hebûna hêzeke çavdêr a navneteweyî qebûl bike!
Siyasetmedarê Swîsreyî Remy Pagani ku pêvajoya navbera hikumeta Kolombiya û FARC’ê ji nêz ve şopand got, “Pêvajo divê bi qanûnên navneteweyî bê ewlekirin. Erdogan divê hebûna hêzeke çavdêr a navneteweyî qebûl bike.” -
Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 683’an de didome
Nobeta Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasbourgê hatiye destpêkirin, di hefteya 683’an de didome. -
Li Mantes-la-Jolieyê Şehîdên 14'ê Tîrmehê û Harûn Civiyan hatin bibîranîn
Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an û Şehîd Harûn Civyan ê di sala 2020’an de li Xerzanê şehîd bûbû, li Mantes-la-Jolieyê hatin bibîranîn. -
Yaşar Îsmaîloglû: Serok Apo mirovekî efsûnî û bi bandor e
Dostê 55 salan ê Rêber Apo, nivîskar û helbestvanê ji Qibrisê Yaşar Îsmaîloglû got, “Rojekê em ê teqez hevdu hembêz bikin û weke li Sûriyeyê wê rojekê destê xwe bide pişta min. Serok Apo mirovekî efsûnî ye.” -
Dr. Schamberger: Elmanya bi girtina siyasetmedarên Kurd derbê li pêvajoyê dixe
Dr. Kerem Schamberger diyar kir ku li gel veguherîna li Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn jî li Almanyayê siyasetmedar û aktîvîstên Kurd têne girtin, nerazîbûn nîşanî vê yekê da û ev yek weke ‘sabotejek li hemberî pêvajoya aştiyê’ nirxand. -
Li Winterhurê mihrîcana zarokan hat lidarxistin
Li Qada Barbara-Reinhart a Winterthurê mihrîcana zarokan hat lidarxistin. -
Li bajarên Ewropayê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Di bîranînên li gelek bajarên Ewropayê de hate destnîşankirin ku ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê bingeha aştî û demokrasiyê ya roja me ye. -
Li Lyonê civîna gel hat lidarxistin
Siyasetmedar Îsmail Erzîngan di civîna gel a li Lyonê de axivî û got: “Têkoşîna me ya sosyalîzma demokratîk her dem e. Her kes divê berpirsyariyê bigire ser xwe û di vê serdema dîrokî de erka xwe bi cih bîne.” -
Li Fransa û Awusturyayê ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê’ hate bibîranîn
Li bajarên Marsilya û Villiers-le-Bel yên Fransayê û li bajarê Linzê ya Awusturyayê, Berxwedana Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan ku sembola têkoşîna azadiya Kurdan e, di 43’yemîn salvegera xwe de hate bibîranîn. -
Qurbaniyên êrîşa li dêrê li Swîsreyê hatin bîranîn
Kesên di komkujiya li dêra li Şamê ya meha Hezîranê de, jiyana xwe ji dest dan li Manastira Einsiedeln a Swîsreyê hatin bîranîn. -
Li Cenevreyê bîranîna Madimak û Kerbelayê
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Komkujiya Madimakê û Kerbela hatin bîranîn. -
Kurdên li Kanadayê xwedî li banga Rêber Apo derketin
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê di civînekê de xwedî li banga bi dîmen a Rêber Apo û xeta nû ya têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd derketin. -
Li Katalonyayê barana zêde: 2 kes winda bûn
Li herêma xweser a Katalonyayê ya li bakurrojhilatê Spanyayê êvara Şemiyê ji ber barana zêde lehîr rabû.