15’ê Tebaxê li Stavrapolê û Krasnodarê hat pîrozkirin
Salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li herêmên Stavrapol û Kranodar ên Rûsyayê bi coş hate pîrozkirin.
Salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li herêmên Stavrapol û Kranodar ên Rûsyayê bi coş hate pîrozkirin.
Li Mala Çandê ya gundê Razdolnoya ya navçeya Novoalîksandrovskê ya herêma Stavrapolê ya Rusyayê Pêngava 15’ê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser wateya rojê axaftin hate kirin û 'Cejna Vejînê' li şoreşgeran û di serî de li Rêber Apo hate pîrozkirin.
Piştre Endamê Otonomiya Kurdên Novoalêksandrovsk û Stavropolê, Mehmedê Ferman mafê axaftinê girt û li ser navê Kurdên li qadê Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Her wiha Seroka Beşa Pêwendiyên Navneteweyî ya rêveberiya Novoalêksandrovskê E. V. Dîdênko axivî û Cejna Vejînê li gelê Kurd pîroz kir. Dîdênko kêfxweşîya xwe ji sekin û nêzîketîya Kurdên ji qadê re da diyarkirn.
Bernama şahiyê bi stranên hunermendan dewam kir. Destpêkê koma stranên Rûsî ya ‘Razdolnoyê’ derket ser dikê û Cejna Vejînê pîroz kirin û stranên xwe pêşkêşî gel kirin. Piştre hunermenda biçûk Albîna Miraz bi stranên xwe şahî geş kir. Piştre hunermendên qadê Hesenê Hiso û Mehmedê Ferman stranên xwe pêşkêş kirin. Her hunermendekî cejn pîrozkirin û bi stranên xwe gel bi coş kirin û govend hate gerandin.
Piştre Hozan Şemdîn derket ser dikê. Ji ber daxweza gel Hozan Şemdîn hejmareka zêde stranên gelerî pêşkêşî temaşavanan kir. Şahî bi stranên şoreşgerî û Kurdperwerî heta derengiya şevê dewam kir. Piştre bi stranên Kurdî govend hatin gerandin, heta derengiyê şahî dewam kir.
Şahî bi dirûşmeya 'Bijî 15’ê Tebaxê' û 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.
KRASNODAR
Li qada Krasnodarê li salona 'Împêriyal' a gundê Sadovoyê cejna 15 Tebaxê, hat pîrozkirin.
Destpêkê endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Avraman qala dîrok û rola destpêka şerê çekdarî kir. Piştre endamê rûspiyê Kurdên Komara Adigêyê Îsayê Ahmed li ser pîrozbahiyê axivî û cejn pîroz kir.
Endama Rêveberiya Saziya Jinan a Kurdên li Adigeyê Sînema Mehmed cejn li Rêber Apo, gelê Kurd û Têkoşerên azadiyê pîroz kir.
Bernama şahiyê bi hunermendê xwecihî destpê kir. Her hunermend cejn pîroz kirin û bi stranên xwe kelecana gel bilind kirin. Di vê pîrozbahiyê de jî Hozan Şemdîn bi stranên xwe coşa gel zêde kir.
Şahî bi gerandina govendê û dirûşman bi dawî bû.