Ji bo ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî, Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa û gerîlayê HPG’ê Bahtiyar Gabar li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.
HELSINGBORG
Li bajarê Helsinborg ê Swêdê, fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û milîtanê azadiyê Bahtiyar Gabar bi çalakiyekî girseyî hatin bibîranîn.
Di çalakiyê de li ser navê malbatên şehîdan Elî Şengalî mafê axaftinê girt û wiha got, “Di serî de fermandarên pêşeng ku em îro wan bi bîr tinin, hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bi rêzdarî bi bîr tînim. Em dizanin ku ger şehîdên Tevgera Azadiyê neba, ne Şengal ne jî Rojava azad bûba, ne jî dewleta Tirk vê pêvajoyê daba destpêkirin. Ji ber vê yeke meşandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan, erka her Kurdekî bi rûmet e.”
Piştre siyasetmedar Çiyazan Serhat axivî û gotina “Tevgera Azadiyê romanekî bêdawî ye” ya Rêber Apo bi bîr anî û diyar kir ku yek jî karekterên sereke yê vê romanê şehîd Nûreddîn Sofî ye. Serhat destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgerekî kedê ye û diyar kir ku yek ji mînakên wî yên herî bedew jî şehîd Koçero Ûrfa ye.
Piştî axaftinan, bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir. Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
BORDEAUX
Çalakiya bîranînê ya li bajarê Bordeaux ê Fransayê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê despê kir. Piştre siyasetmedar Alî Haydar derbarê hevalên xwe yên şehîd bûne de axivî. Bîranîna ku bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir, bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
KIEL
Gelê Kurd li bajarê Kiel ê Elmanyayê ji bo bîranîna Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar li hev civiyan.
Çalakiya bîranînê ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Kielê ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, bi tevlîbûneke zêde pêk hat. Bîranîna ku ji bo ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî, Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa û gerîlayê HPG’ê Bahtiyar Gabar hate lidarxistin, bi rêzgirtinê destpê kir.
Axîvêrên çalakiyê di şexsê her sê şehîdên Kurdistanê de hemû Şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku têkoşîna Sofî ya li Rojava wê neyê jibîrkirin. Beşdaran bal kişandin ser girtina berpirsyariyê ji bo xwedîlêderketina li mîrateya têkoşînê ya şehîdan û pêkanîna xeyalên wan.
Di çarçoveya bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana Sofî, Ûrfa û Gabar hate pêşandan. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
MULHOUSE
Kurdistaniyan li bajarê Mulhousê ya Fransayê ji bo bîranîna Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa, gerîlayê HPG’ê Bahtiyar Gabar û Hasan Viyan merasîma bîranînê li dar xistin. Eleqeyekî mezin nîşanî bîranînê hate dayîn û peyama “Têkoşîna wan hêzê dide me” derket pêş.
Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Mulhousê ve bi tevlîbûna malbatên şehîdan û Kurdistaniyan pêk hat. Merasîm bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û piştre endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Done Guzel axivî.
Done Guzel di axaftina xwe de wiha got: “Heval Nûreddîn hem hunermend, hem siyasetmedar û hem jî fermandarekî xurt bû. Jiyan û têkoşîna wî her tim bi têkoşîna azadiya jinê re di nava hev de bû. Ji ber vê yekê têkoşîna wî hêzê dide me hemûyan. Pêvajoyên ku Rêber Apo dane destpêkirin, gavên ku wê gelê Kurd azad bikin e. Hevalên wekî Nûreddîn di dilê me de jiyan kirin û wê bijîn. Em soza meşandina rêya şehîdan dubare dikin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan, têkoşîn û kesayeta her sê şehîdan hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
FREIBURG
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê her sê şehîdên pêşeng Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Gelek kes tevlî çalakiya ku bi organîzasyona meclîsên gel û jinan hate lidarxistin bûn.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser wateya şehadet û têkoşîna şehîdan axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate pêşandan û piştre bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Awusturalyayê fermandarê pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û milîtanê fedayî Bahtiyar Gabar li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi çalakiyekî girseyî hatin bibîranîn.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê DKTM’ê Tîmûr Tatvan diyar kir ku têkoşîna ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê pêş ket, bi xwîn û keda bi hezaran şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hat van rojan.
Tatvan wiha got: “Rêber Apo dema ku got, ‘PKK partiya şehîdan e’ balê dikişand ser vê rastiyê. Em ê wekî gel heta dawiyê girêdayî bîranînên nirxên mezin ên wekî Nûreddîn Sofî û Koçero Ûrfa derkevin û bi pêkanîna armancên wan, wan bidin jiyîn.”
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar bi dawî bû.