Li Cenevreyê ji bo hikûmeta kantonê 2 dostên Kurdan di pêşbirkê de ne

Li Cenevre ya Swîsreyê ji bo 2 kursiyên Konseya Eyaleta kantonê (Hikumeta kantonê) yên valabûne wê di 28’ê Îlonê de hilbijartin were lidarxistin.

Ji bo kursiya ku ji ber îstifaya endamê Partiya Kesk Antonio Hodgers vala maye wê 10 namzet têkevin hilbijartinê. Lê du navên derketine pêş balê dikşînin. Yek jê Nicolas Walder ê ku civaka Kurd wî baş nas dike û yê din jî Rémy Pagani ye.

Nicolas Walder ê ku ji aliyê Partiya Kesk û Sosyalistan ve tê piştgirîkirin ji sala 2019’an vir ve parlamenterê Parlamentoya Neteweyî ya Swîsreyê ye. Walder demek dirêj e ji bo mafên ekolojîk, civakî û demokratîk têdikoşe. Her wiha bi dijberiya xwe ya li dijî êrîşên li ser gelê Kurd tê nasîn.

Rémy Pagani (L'Union Populaire – Yekîtiya Gel) hevşaredarê berê yê Cenevreyê yê 71 salî ye. Pagani namzetê bloka çepgir e û wekî dengê karkerên taxê tê nasîn. pagani gelek caran banga tevkariya ji bo gelê Kurd kiriye.

RASTGIR Û NAVENDÎ BELAVBÛYÎ NE

Li Cenevreyê ji bo hikûmeta kantonê 2 dostên Kurdan di pêşbirkê de ne

Li Cenevre ya Swîsreyê ji bo 2 kursiyên Konseya Eyaleta  (Hikumeta kantonê) yên valabûne wê di 28’ê Îlonê de hilbijartin were lidarxistin.

Namzedên rastgir û navendî jî beşdarî hilbijartinê dibin: Xavier Magnin (Navend-Lîberalên Kesk), Lionel Dugerdil (SVP) û Maikl Gerzner (MCG). Tevî wan pênc namzedên serbixwe jî wê têkevin hilbijartinê. Ji ber partiyên rastgir û navend belavbûyî ne tê payîn ku namzedên çepgir wê bi ser bikevin.

GIRÎNGIYA DENGÊN ÇEPGIRAN

Namzediya hem Walder û hem jî Pagani metirsiya parçekirina dengên çepgir jî zêde dikin. Tê texmînkirin ku ev rewş şansê partiyên rastgir û navendî zêde dike. Lê tê payîn ku di tûra duyemîn de  çepgir wê dengê xwe bikin yek.

DÎASPORAYA KURD HILBIJARTINÊ JI NÊZ VE DIŞOPÎNE

Li Swîsreyê bi sed hezaran Kurd dijîn. Rêxistinên dîasporayê piştgiriya herdu namzedan a bi gelê Kurd re tînin ziman. Hilbijartinên Cenevreyê ne tenê bandora kantonê, di heman demê de wê bandora dostaniya Kurd a di nav siyaseta Swîsreyê de jî nîşan bidin.

Tûra yekem a hilbijartinê wê di 28’ê Îlona 2025’an de were lidarxistin. Ger ti namzed piraniya zêde bi dest nexe, wê tûra duyem were lidarxistin. Kîjan namzed kursiyê bi dest bixe wê hevsengiya siyasî ya Cenevreyê diyar bike.

KONSEYA EYALETÊ ÇI YE?

Konseya Eyaleta Cenevreyê (Conseil d'État) saziya rêveberiya kantona Cenevre ya Swîsreyê ye. Erkên wê di destûra bingehîn a 24’ê Gulana 1847’an de hatine destnîşankirin û ji heft endaman pêk tê. Ev endam şêwirmendên dewletê ne ku ji bo pênc salan têne hilbijartin û her yek ji wan beşekê bi rê ve dibe. Konseya Eyaletê bi pêkanîna qanûnên ji hêla parlamentoyê ve têne derxistin erkdar e, rêzikname û biryarên pêwîst derdixe û mafê wê heye ku pêşnûmeqanûnan pêşkêşî Grand Conseil (Konseya Mezin) bike. Heft beş û şansolyetî bingeha rêveberiya kantona Cenevreyê ava dikin.