Kurdistaniyên ku salên 1990’î di encama valakirina gundan, şewitandina gundan û polîtîkayên koçberiyê yên bi zorê yên dewleta Tirk neçar man koçberî Başûrê Kurdistanê bibin û jiyana xwe li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dewam kirin, îro li bajarê Zurîhê bang li Swîsreyê kirin.
Însîyatîfa Penaberên Mexmûrê yên Swîsreyê ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist, destnîşan kir ku hikûmeta Swîsreyê di demên dawî de serlêdanên stirînê yên penaberên Mexmûrê bi awayekî sîstematîk red dike.
Li ser navê Însiyatîfê Bêrîvan Bûlût daxuyaniyê xwend. Însiyatîfê biryarên Swîsreyê wekî nêzîkatiyekî li dijî mirovahiyê pênase kir û wiha got: “Penaberên Mexmûrê di bin xeteriyê de ne. Dewleta Swîsreyê mafê me yê jiyanê tune dihesibîne.”
Însiyatîfê bi bîr xist ku şêniyên Wargeha Mexmûrê di salên 1990’an de bi êrîşên dewleta Tirk ji gundên xwe bûn û li ber êrîşên rejîma Saddam, DAÎŞ’ê û herî dawî jî li ber êrîşên dewleta Tirk berdêlên mezin dan û li ser piyan man.
Însiyatîfê destnîşan kir ku îro jî biryarên şûnde zivirandinê ya Swîsreyê ku bi zexta Enqereyê girtiye, rasterast jiyana penaberan dixe xeteriyê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi salan in ji bo şikandina îradeya şêniyên Mexmûrê zext, binçavkirin, êşkence û cezayên girtîgehê disepîne. Însîyatîfê got, “Radestkirina Tirkiyeyê tê wateta êşkenceya giran, cezayên girtîgehê yên bi salên dirêj û mirinê” û bang li hikûmeta Swîsreyê kir ku tavile dev ji van polîtîkayan berde.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Swîsreyê bi eşkerehî rêgeza “şûnde neşandin” (non-refoulement) ku di hiqûqa navneteweyî de hatiye misogerkirin, binpê dike û wiha hate gotin: “Ev biryar ne tenê ji bo Mexmûriyan, ji bo hemû penaberên li Ewropayê xeteriyekî cidî çêdike. Swîsre di oxira têkiliyên berjewendiyê yên qirêj a bi Enqereyê re mafê jiyanê ya penaberan dike mijara bazarê.”
Penaberên Mexmûrê bang li saziyên demokratîk, rêxisitinên mafên mirovan û raya giştî kirin û wiha gotin: “Ev biryara Swîsreyê ne li gorî hiqûqa navneteweyî, rêgezên mafên mirovan û wijdanê ye. Banga me ji bo hemû gelan, hêzên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan; nikarin îradeya şêniyên Mexmûrê teslîm bigirin; li dijî van biryaran dengê xwe bilind bikin.”
Piştî xwendina metna çapemeniyê, Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr mafê axaftinê girt. Ozdemîr bang li hikumeta Swîsreyê kir ku tavile dev ji polîtîkaya xwe ya şûnde şandinê ku bi zexta Enqereyê girtiye, berde û wiha got: “Swîsre divê ji bo penaberên Mexmûrê li gorî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan tevbigere. Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye, piştevaniya gelan van polîtîkayên qirêj wê têk bibe.”