Çalakiya nobetê ku li pêşiya avahiya NY’ê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, di roja 3’emîn de dewam dike. Çalakî ji aliyê Navenda Çandê ya Boran a Baselê û Eniya Gel a Swîsreyê ve hate lidarxistin.
Çalakvanan dosyaya ku tecrîd û êşkenceya li dijî girtiyên polîtîk ên li girtîgehên Tirkiyeyê bi belge dike, radestî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê kirin.
ŞUKRIYE AKAR: DIVÊ NY’Ê BÊDENGIYA XWE XIRA BIKE
Hevjîna Fîkret Akar ê di greva birçîbûnê de ye, Şukriye Akar wiha got, “Tecrîd û desteserkirinên mafan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. NY’ê yê bi bêdengiya xwe vê zilmê rewa dike.”
Şukriye Akar destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya hevsera wê û 9 girtiyên din, hatiye qonaxekî krîtîk û diyar kir ku girtî ji pêwîstiyên xwe yên herî mirovî bêpar têne hiştin.
DAXWAZ Û PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ
Di dosyayê de di nava daxwazên derketin pêş de lêpirsînkirina pêkanînên tecrîda giran a li girtîgehan, pêkanîna şert û mercên li gorî standartên navneteweyî û amadekirina raporekî NY’ê ya berfireh cih digire.
Di çalakiyê de îşaret bi xetereya jiyanê yê Serkan Onur Yilmaz ku greva xwe ya birçîbûnê veguherand rojiya mirinê hate kirin û banga mudaxeleya lezgîn hat kirin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Sendîkaya UNIA û gelek sazî piştgirî dan nobetê. Çalakvanan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li dijî girtîgehên bi tîpa bîrê dengê xwe bilind bikin.
Çalakiya nobetê wê sibê jî dewam bike.