Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê şahiyeke gel hate lidarxistin. Bi organîzasyona hevpar a Meclîsa Jinan a Ronahî û Bêrîvan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mannheimê, çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Gel axaftineke silavkirinê hate kirin û peyama bi dîmen a Rêber Apo ya têkildarî pêvajoyê hate guhdarîkirin.
Siyasetmedar Dr. İdris Baluken ku beşdarî bernameyê bû, peyamên girîng ên têkildarî pêvajoya dawî da.
Baluken axaftina xwe bi gotina ku ev civîn hem ji bo civaka demokratîk hem jî ji bo pêvajoya aştiyê heyecanê dide dest pê kir û wiha got: “Em ê bi hev re vê pêvajoyê bêtir bi pêş bixin. Ji we tê xwestin ku hûn beşdariyê bikin û vê pêvajoyê xwedî derkevin.”
Baluken, bîr xist ku li Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonên siyasî yên giran û “Konsepta Têkbirinê” de hewl tê dayin ku siyaseta demokratîk bê tasfiyekirin. Baluken, anî ziman ku di wê serdemê de ew heft salan di girtîgehê de bûye û got: “Di wê serdemê de min hewl da ku îradeya we temsîl bikim û vê îradeyê bi awayê herî rast û bi rûmet bi rêve bibim.”
Baluken di axaftina xwe de, bi taybetî Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî yên ku salên dirêj di nav çar dîwaran de ji rastiyên xwe gav paşve neavêtine û têkoşîna rûmetdar a gelê xwe temsîl dikin silav kir û wiha berdewam kir: “Û em ji vir silaveke xurt dişînin ji bo Rêber Abdullah Ocalan ku bîst û şeş sal in di bin şertên tecrîda giran û konsepta êşkenceyê de tê xwestin ku teslîm bê girtin, têkiliya wî bi gelê wî re bê qutkirin, bi gotineke din ji qada dîrokê bê rakirin, lê wî li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin nîşan da û ne tenê ji gelên Tirkiyeyê re, lê ji hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re paradîgmayeke nû ya aştiyê diyarî kir.”
Baluken got: “Heta ku ev helwesta we hebe, pişta gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd wê tu carî li erdê nekeve.”
Baluken destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Baluken anî ziman ku paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistiye rêyeke nû ji bo xwişk-biratiya gelan û aştiyê vekiriye û got ku ev pêvajo bi nîqaşên serkî nayê derbaskirin, li hember wan polîtîkayeke înkar û tunekirinê ya sed salî û rastiya dewleteke ku hewl dide daxwazên maf û azadiyên gelê Kurd ên ji gelbûnê tên asteng bike heye.
Baluken diyar kir ku Tevgera Kurd di rêya aştiyê de gavên xwe yên stratejîk ragihandine, lê ew heman samîmiyetê ji bloka dewlet û desthilatdariyê nabînin. Baluken got: “Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê ya di 27ê Sibatê de, paşê biryara kongreya PKK’ê û merasîma devjêberdana çekan gavên pir girîng ên vê pêvajoyê bûn. Ya ku niha tê hêvîkirin, bi lez avêtina gavên siyasî û aştiyane ye. Divê di zûtirîn dem de şertên muzakereyê yên Rêber Ocalan ê ku afirîner û mîmarê aştiyê ye bên peydakirin, gavên têkildarî girtiyên siyasî bên avêtin û rûpelek nû bê vekirin.”
Çalakî bi stranên Hozan Comerd û Koma Fîratê re bi govendên gel heta saetên dereng berdewam kir.