Li Mainzê Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li bajarê Mainzê yê Elmanyayê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Li bajarê Mainzê yê Elmanyayê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Li bajarê Mainzê yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ji bo bîranîna 41. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, ku yekem gule li dijî dagirkerî hatibû teqandin, çalakiyek hat saz kir.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên DKTM’ê Emîne Amed û Mazlum Roj di axaftinên xwe de qala wateya dîrokî ya Berxwedana 15’ê Tebaxê û destkeftiyên wê ji bo têkoşîna gel kirin.
Çalakî bi muzîka Koma Arî berdewam kir. Beşdaran bi govendan coş û kelecana xwe nîşan dan. Bername bi dirûşman bi dawî bû.