Li Stockholmê Nûreddîn Sofî û hevrêyên wî hatin bibîranîn
Li paytexta Swêd Stockholmê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, civaka sivîl û dostên gelê Kurd beşdarî bîranînê bûn.
Li paytexta Swêd Stockholmê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, civaka sivîl û dostên gelê Kurd beşdarî bîranînê bûn.
Ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî, Fermandarê Akademiyên Apolla Koçero Ûrfa (Metîn Arslan) û gerîlayê HPG’ê Bahtiyar Gabar (Abdulbakî Babûr) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Gelek nûnerên partiyên siyasî, civaka sivîl û dostên gelê Kurd beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn ji bo şehîdan bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Halîs Îkîncîsoy di şexsê her sê şoreşgeran de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Qalkirina şehîdan wê kêm bimîne, lê ji bo bibin layiqê wan û baweriyên wan bidin jiyîn divê erkên xwe bi cih bînin û xeyalên wan pêk bînin. Em ê têkoşîna ku ji me re hiştine bidomînin.”
Dayika Şehîd Êrîş Mahabad, Xawer Mahabad ku di bîranînê de mafê axaftinê girt bîranînek xwe ya bi Nûreddîn Sofî re parve kir û wiha got, “Min di sala 2008’an de wî li Qendîlê nas kir. Pir dilnizm, mutewazî û dostane bû. Tevî ku fermandarekî mezin bû jî vê nedida hîskirin. Şehadeta wî pir bandor li min kir. Hêvî dikim ku armancên wan pêk were.”
Li ser navê malbatên şehîdan jî Mîrhem Yîgît axivî û têkoşîna Nûreddîn Sofî û Koçero Ûrfa ên bi salan bi bîr xist.
Piştre li ser navê Tevgera Azadiyê ku li Başûrê Kurdistanê birêxistinkirî ye, Karwan Baziyanî axivî û wiha got: “Şehîd taca serê me ne. Destkeftiyên me yên îro bi saya wan e. Em li hemberî berxwedana pîroz a gerîla serbilind in.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.