56 meh in li ber NY’ê daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin
Çalakiya rûniştiyê ya ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her Çarşem tê lidarxistin, gihişt meha 56’an.
Çalakiya rûniştiyê ya ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her Çarşem tê lidarxistin, gihişt meha 56’an.
Çalakiya ku 25’ê Çileya 2021’an di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de destpê kir, zêdeyî 4 sal in bê navber dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku her hefte li dora konê berxwedanê ya li Qada Natîons tê pêkanîn, vê hefteyê di şexsê Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Gulîstan Tara, Hêro Behadîn, Tekîn Goyî û Serhed Aras Varto de bi deqiqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û diyar kir ku ew 240 hefte ne li pêşiya NY’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariyên saziyên navneteweyî bi bîr dixin.
Yuksel wiha got, “Em bi vê çalakiya xwe re tenê daxwaza azadiya Rêber Apo nakin, di heman demê de êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê jî teşhîr dikin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, têkoşîna me wê bibiryardarî dewam bike.”
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Osman Tekîn jî di daxuyaniya vê hefteyê de konsepta dagrikeriyê ya dewleta Tirk li ser Kurdistanê teşhîr kir. Tekîn destnîşan kir ku bi taybet Rojava û Mexmûr têne hedefgirtin û wiha got, “Ger dewleta Tirk bi rastî jî di avakirina aştî û civaka demokratîk de jidil e, yekane rêya vê tavile azadkirina Rêber Apo ye. Heta ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, dorpêç û ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî nebe, qala aştiyê nayê dikin. Bêyî azadiyê aştî jî pêkan nîne.”
Çalakî piştî daxuyaniyan heta saet 17:00’an dewam kir.