BI DÎMEN

Li Berlînê fermandarên pêşeng hatine bibîranîn

Li paytexta Elmanya Berlînê fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar hatin bîranîn. Di bîranînê de wiha hat gotin: “Divê em mîrateya şehîdan bidin jiyîn, banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cîh bînin."

Bîranîn bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Dest Dan Hêvî û Nav-Berlinê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Kurdistaniyan û dostên wan beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre bi axaftinan dewam kir.

Dayê Gozê, ku li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî û destnîşan kir ku şehîdan jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kirine û wiha got: “Ez bi rêzdarî şehîdên azadiyê Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar bibîr tînim. Wan bêyî ku birçîbûn û kêmasiyan bihesibînin, ji bo gelê Kurd têkoşîn kirin û di vê rêyê de şehîd bûn. Bi taybetî em malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin. 100 sal in gelê Kurd bi qetlîaman tê tunekirin. Yên ku ji bo rawestandina van qetlîaman têkoşiyan, canên xwe dan. Her meh em nûçeyên şehîdan ên nû distînin. Xwezî mehek bihata û nûçeyên şehîdan nehatana. Wekî dayika şehîdekê, ez jî hewl didim ku layiqî wan bim. Divê em di şopa şehîdên ku bi têkoşîna xwe alaya xwe heta dawiyê bernedan, bimeşin.”

Piştre siyasetmedar Selahattin Mete axivî û got ku şehîd bingeha têkoşînê ne û wiha axivî: “Ger em îro li vir bi hev re ne, ev bi saya şehîdan e. Ger em îro dikarin ramanên xwe bi azad parve bikin, ev encama têkoşîna wan e. Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgera şehîdan e. Di têkoşîna 52 salan de, di şertên herî giran de jiyana xwe domandine û ji bo vê yekê şehîd bûne, divê em mîrateya wan bidin jiyîn. Divê em bangewaziya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bi cîh bînin û vê têkoşînê daîmî bikin.”

Selahattin Mete, bi bîr xist ku sedema destpêkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd bi çekan polîtîkayên înkar û tunekirinê bû, wiha got: “Ji ber ku gelê Kurd hate înkarkirin, ev têkoşîn dest pê kir. Di dema ku digotin ‘Kurd nîn in’, gelê Kurd bi gotina ‘Em li vir in, em hene’ rabû ser piyan. Îro li Rojhilata Navîn ne hêzên herêmî ne jî yên navneteweyî bêyî gelê Kurd nikarin gavekê bavêjin. Ji ber ku gelê Kurd bi rêxistinbûn, çand û helwesta xwe êdî li cîhanê tê naskirin. Êdî em naxwazin şehîdên nû bidin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk, bi siyasî çareser bikin. Ji bo vê yekê jî hem şertên me hem jî derfetên me hene.”

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê, bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.