Ji sedî 71’ê Fransiyan daxwaza avaniyeke federal dikin

Li gorî anketeke ku ji aliyê Ifopê ve hatiye kirin, puraniya Fransiyan li dijî navneparêziyê derdikevin û dixwazin rayeyên rêveberiyên xwecihî zêdetir bin.

Li gorî ji sed, 68’ê beşdarên anketê, rêveberiyên xwecihî li gorî dewletên kêmtir xwediyê hêz in. Ev yek li gorî sala 2012’yan 18 pûanan zêde bûye. Ev daxwaz bi taybetîli cem kesên temenmezin, welatiyên ku li gundan dijîn û hilbijêrên rastgirên tundraw ên Marine Le Penê zedetir e.

Her wiha ji sedî 71 Fransiyan dixwazin li welêt avaniyeke federal hebe. Ji sedî 73’yê beşdaran dixwazin yasa girêdayî cudahiyên herêmî  di asta xwecihî dewerin sepandin. Li gorî Ifop’ê ev meyl veguheriye daxwazeke ‘’tarnspartîzan û sernifşî.’’

DIVÊ ZIMANÊN HERÊMÎ WERIN NASKIRIN

Têkildarî sererastkirina herêmî ya di sala 2015’an de, ji sedî 68’ê Fransiyan girêdayî ‘’rastiyên çandî û dîrokî’’ dixwazin nexşeyeke nû ya herêmî were derxistin.

Her wiha ji sedî 77’ê wan jî dixwazin zimanên herêmîwerin naskirin û ji sedî 84’ê wan jî dixwazin li dibistanan dersên dîroka herêmî li dersên dîroka neteweyîwerin zêdekirin û dayîn.  

FERASETA DEWLETA NAVENDÎ TÊ REDKIRIN

Feraseta dewleta navendî jî bi yekdengî tê redkirin: Li gorî ji sedî 90’ê beşdaran, rêveberiya Parîsê ya navendî dûrî ‘’rastiya herêmî ye.’’ Ev rexne hem ji aliyê rastgir û hem çepgiran ve û hem jî ji aliyê bajarî, gundî ciwan û temenmezinan ve tê kirin.

JI SEDÎ 82’YÊ WAN JÎ LI DIJÎ NAVENDPARÊZIYÊ ÇAPEMENIYÊ NE

Anketê nerazîbûnên li hemberî navendparêziya çapemeniyê jî nîşan dan: Li gorî ji sedî 82’yê beşdaran çapemenî gelekî li ser Parîsê kar dike.

JI KORSIKAYÊ RE XWESERÎ

Her wiha hate destnîşankirin ku piştevaniya ji bo qanûna bingehîn a têkildarî xweseriya Korsikayê ji sedî 51 e û bi taybetî jî ji sedî 70’yî ciwanên di bin 25 saliyê de  piştevaniyê didin vê yekê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ifopê ev anketa xwe bi awayekî online di navbera 11-25’ê Tîrmehê de bi beşdarbûna 2.000 kesî amade kiriye.