Li Arjantînê ji aliyê “Înîsiyatîfa ji Ocalan re azadî” ve di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim biçim serdana Ocalan" kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Gelek sendîka, partiyên siyasî, tevgerên jinan û rêxistinên mafên mirovan ên li seranserê welêt piştgirî dane kampanyayê.
Tevî 60 îmzeyên hatine komkirin, metnek ji bo Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Balyozê Tirkiyeyê yê Arjantînê Suleyman Omur Budak hate nivîsandin. Di daxuyaniyê de daxwaza berdana Rêber Apo û girtiyên siyasî û misogerkirina azadiya Rêber Apo hate kirin.
SAZÎ Û KESAYETÊN GIRÎNG PIŞTGIRÎ DAN
Sendîkaya Karkerên Arjantînê CTA Autonoma, Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan (APDH), Yekîtiya Mafên Mirovan a Arjantînê, Poder Populer, û Feministas Del Abya daxuyanî îmze kirin. Siyasetmedar Laura Marrone û Izquierda Socialista, nûnerên MST Celeste Fierro, Vilma Ripoll û Fernando Scarelo, akademîsyen Atilio Borón, parêzvanên mafên mirovan û gelek sendîka jî piştgirî dan kampanyayê.
KONSOLOSXANE ÎMZE QEBÛL NEKIR
Komek ji çalakvanên mafên mirovan îro saet 11:00’an hewl dan ku îmzeyên komkirine bi destan bigihînin Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Buenos Airesê. Lê rayedarên konsolosxaneyê serlêdan û îmze qebûl nekirin.
Çalakvanan piştre peyama xwe bi rêya vîdeoyê parve kirin û ragihandin ku ew ê îmzeyan bi rêya e-nameyê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û Konsolosxaneya Buenos Airesê re bişînin.
PEYAMA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’
Di daxuyaniya dîtbarî de bi kurtasî ev tişt hatin parvekirin: “Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û şert û mercên serdana wî biafirînin, hatin vir. Siyasetmedar, nûnerên mafên mirovan û kesên ji çar aliyên cîhanê hatine dixwazin serdana Ocalan bikin. Konsolosxaneyê daxwaza me red kir, lê em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Em ji girtiyên siyasî re azadî dixwazin.”