Kenan Ayaz ji Qibrisê re nayê sewqkirin: Wê têkoşîna hiqûqî berdewam bike

Aktîvîstê Kurd Kenan Ayaz, îtîrazên xwe yên têkildarî biryara mehkûmiyeta li Elmanyayê didomîne û ne diyar e ku wê kengî ji Qibrêsê re were sewqkirin.

Di 12’ê Tebaxa 2025’an de Dagdeha Herêmî ya Larnakayê, îlan kir ku biryara cezayê hepsê ya çar sal sê mehan ya di 2’yê Îlona 2024’an de ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Hamburgê ve hatî birîn, li Qibrisê were sepandin.

Li gorî ekîba Kenan Ayaz ya parastinê, pêvajoya sewqkirina ji Elmanyayê ji bo Qibrisê hê jî dirêj dibe û dîrokeke teqez nehatiye diyarkirin.

Kenan Ayaz ê ku ev du sal in di bin şert û mercên giran de li Elmayayê tê rehîngirtin, li bendê ye ku vegere Qibrisê.

Ekîba parastinê diyar kir ku biryara mehkûmkirinê li gorî hiqûqê şaş e û li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.

Piştî sewqkirina Ayaz cezayê mayî wê li gorî yasayên Qibrisê were diyarkirin. Aktîvîst girêdayî tu çalakiyên tundiyê nehatiye mehkûmkirin lê belê li Elmanyayê di bin şert û mercên giran ên antîterorê de hate rehîngirtin.

Ekîba prastinê diyar kir ku piştî Dadgeha Elmanyayê serlêdana di 31’ê Tîrmeha 2025’an de hatiye kirin, bêyî nîşandana egerekê red kir, ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) bidin. Parêzerên Ayaz armanc dikin ku biryara Dadgeha Hamburgê li dijî mafê civîn û azadiya xwepêşandanê ye.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Dozgeriyên cuda ên Elman û dadgehên herêmî yên bilind gelek caran îspat kirine ku ew aktîvîstên Kurd bi biryardarî û awayekî dijwar dişopînin. Ji ber vê yekê wê Kenan Ayaz a niha biryara mehkûmkirinê ragihîne Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Wê nîşan bide ku Dadgeha Hamburgê azadiya civîn û xwepêşandanê binpê kiriye.’’