FEDA û DAKB: 'Bila Munzûr azad bimîne, hemû bawerî azad bijîn'
Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bertek nîşanî nimêjgeha ku wê li Kaniyên Munzûrê bê çêkirin, dan.
Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bertek nîşanî nimêjgeha ku wê li Kaniyên Munzûrê bê çêkirin, dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Munzûr ji bo baweriya Elewiyan cihekî pîroz e û wiha hat gotin, “Di Elewîtiyê de, îbadet li cemxaneyan tê kirin. Her cure amadekariyên ku li deverên pîroz ên wekî Kaniyên Munzûr tên kirin, divê bi razîbûna gelê herêmê û li berçavgirtina hesasiyetên wan ên olî werin kirin."
Di daxuyaniya ku bi bangewaziya “Bila Munzûr azad bimîne, hemû bawerî bi azadî bijîn” hat kirin de daxwazên bingehîn wiha hatin rêzkirin.
Di nav de parastina destûrî ya Elewîtiyê, ji cemxaneyan re statuya qanûnî were dayîn, rakirina Serokatiya Karûbarên Diyanetê, bidawîanîna dersên olî yên mecbûrî, vekirina arşîvên komkujiyên Elewiyan û parastina cihên pîroz hebûn.
FEDA û DAKB’ê xwestin ku ziman û çanda Elewiyên Kurd bênm mîsogerkirin, astengiyên li pêşiya cemê ya bi Kurdî werin rakirin û dawî li pratîkên qeyûman were anîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê beşdariya jinên Elewî ya di mekanîzmayên biryardanê de were mîsogerkirin, pergala hevserokatiyê bi destûrî were mîsogerkirin û destûrek demokratîk, laîk û azadîxwaz were qebûlkirin.