Metirsiya dersînorkirina Çakas a 28'ê Tebaxê ji holê rabû

Di doza aktîvîstê Kurd Mehmet Çakas de ku gefa dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê li ser heye, bûyereke nû qewimî. Dadgeha Îdareyê ya Lunebûrgê dersînorkirina Çakas ji bo Tirkiyeyê bi demkî rawestand.

Tîma parêzeran a siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ku li Girtîgeha Uelzen a Elmanyayê girtî ye diyar kir ku metirsiya dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê bi demkî ji holê rabû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mehmet Çakas bi wê metirsiyê re rû bi rû ma ku 28'ê Tebaxa 2025'an ji bo Tirkiyeyê bê dersînorkirin. Wezareta Karên Hundir a Saksonya Jêrîn û Daîreya Biyaniyan li gel metirsiya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê li Çakas bê birîn, dersînorkirin lê ferz kiribûn. Îro Dadgeha Îdareyê ya Lunebûrgê jinûve biryareke lezgîn da û dersînorkirina ji bo Tirkiyeyê bi demkî qedexe kir. Bi vî rengî em li benda biryara dawî ya Dadgeha Îdareyê ne. Rûniştina dadgehê wê 8'ê Îlona 2025'an li Dadgeha Îdareyê ya Lunebûrgê pêk were. Daxuyaniya çapemeniyê ya berfireh wê bê şopandin."

Çalakiya ku îro dihate payin ji bo piştgiriya bi Çakas re li ber Girtîgeah Uelzenê bê lidarxistin, hate betalkirin. Li gorî daxuyaniya Federasyona Kurd FED-DEM'ê bi daxwaza mafê penaberiyê yê adîl ê ji bo Mehmet Çakas wê çalakiyên cuda bêne lidarxistin.