Li Stuttgartê bîranîn û şahiya gel
Li Feuerbach a girêdayî Stuttgart a Elmanyayê merasîma bîranînê û şahî hate lidarxistin.
Li Feuerbach a girêdayî Stuttgart a Elmanyayê merasîma bîranînê û şahî hate lidarxistin.
Avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi flamayên rengên zer, kesk û sor hate xemilandin, wêneyên gerîlayên şehîd li salona sînevîzyonê hatin daliqandin. Ji bo merasîma ku tevlîbûnek zêde lê çêbûye, li ber NCKD’ê kon hatin danîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de di şexsê Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa (Metîn Arslan) û Bextiyar Gabar (Abdulbakî Babur) de hemû gerîla hatin bîranîn.
Yekîtiya Hêzê ya Stuttgartê, KNK, MLKP û nûnerên Partîzan jî beşdarî merasîmê bûn. Nûnera TJK-E’yê Bêrîtan Amanos axivî.
Amanos şerê sar ê nû yê di navbera Emerîka û Rûsyayê de û bandora wê ya li ser Kurdistanê nirxand. Amanos derketina Tevgera Apoyî bi bîr xist û got, Apoyîtiyê modela xwe rêxistinkirinê pêşkêşî hemû gelên li Rojhilata Navîn kir.
‘PKK DÎROKEK ZINDÎ YE’
Amanos destnîşan kir ku hêrsa serhildanên di sedsala dawî de yên li Kurdistanê, rastiya Apoyîtiyê derxist holê û wiha got, “Pêşengtiya Serok pir xurt bû. Divê mirov 15’ê Tebaxê baş fêm bike.”
Amanos bal kişand ser pirtûka ‘Bi agir hatin ezmûnkirin’ û got, “Yên PKK biçûkxistin, dîtin ku çawa li ser piyan ma. Lewma Serok Apo dibêje, PKK dîrokek zindî ye.”
Li ser navê Komîsyona Çandê ya Stuttgartê Ozan Sîdar stran gotin û govend hate gerandin, bîranîn bi vî rengî dewam kir. Ji bo zarokan mêzeyên boyaxkirinê hatin amadekirin, merasîm bi xwarin û şirînahiyên Kurdistaniyan dom kir.